Diyarname
4'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanî li bajarê Bochuma Almanyayê dest pê kir. Di rojên 9 û 10'ê meh^ede fîlm dê bêne nîşandayîn.
9'ê mehê saet dor 14'an festîvalê dest pê kir. Di merasima destpêkirinê de li ser navê Civaka Kurd ku festîvalê organîze dike Mehmet Tanriverdî axivî û sipasiya her kesî kir. Hunermend Miço Kendeş bi muzîka xwe reng da şevê.
Piştî muzîk û axaftinan festîvalê bi nîşandayîna fîlmê "Kobanî di 134 rojan de" (Derhêner Omer Kalo) dest pê kir. Dûre bernameyê bi kurtefîlmên "Suitcase" (derhêner Saman Hosseinpour) û "Navnîşan" (derhêner Aram Dildar) dom kir.
Ligel fîlmên kurdî di çarçoveya festîvalê de ji hin welatan dê fîlm bêne nîşandayîn. Festîval êvara 10'ê mehê bi belavkirina xelatan dê bi dawî bibe.

Mehmet Tanriverdî li ser navê Civaka Kurd axaftina sipasiyê kir.
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Pirtûkek din a çîrokan 'Sofî û Monîka' li ber destên xwendevanan e
- 30 sal, weşandina hemû berheman û 5 berhemên nû
- 'Kerwan' a Reşîdê Kurd gihîşt ber destê xwendevanan
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


