Diyarname
Ji bo "Apê Mûsa 100 Salî ye" KESK'a Wanê panel li dar xist. Panela ku 13'yê mehê bi moderatoriya rojnameger Adnan Bilen li dar ket, kurê Apê Mûsa Dicle Anter beşdar bû.
Bilen piştî kurtenasandinê gotin da Dicle. Dicle qala bîranînên bavê xwe kir û got, "Bavê min piştî leşkeriya xwe temam dike diçe Amedê. Li wir ligel hevalên xwe rojnameyê derdixe. Helbesta 'Qimil' dinivîse ku ev helbest gelek nav dide. Her kes difikire mirov 'Çawa dikare bi kurdî binivîse'. Paşê ji ber vê helbestê bavê min digirin bin çavan."
Anter paşê qala Doza 49'an, girtina bavê xwe dike, çalakbûna wî kir û ev mînak da, "Dema bavê min hat kuştin ez 42 salî bûm lê bi temamî 5 salan me bi hev re dem derbas nekiriye. Piştî bavê min hat kuştin min têkiliya bav û kir xurt kir û wê çaxê min fêm kir ku çima bavê min Apê Mûsa ye. Dema xwişka min zewicî du havînan ligel bavê xwe me dem derbas kir. Tam dema me têkiliya xwe xurt kir bavê min hat kuştin."
Ji bo Musa Anter di bin edîtoriya Huseyîn Aykol de bi navê "Musa Anter 100 Yaşinda" (Apê Mûsa 100 Salî Ye) pirtûkek hetabû amadekirin û ji Weşanxaneya Aramê deketibû. Anter qala vê pirtûkê jî kir.