Amed
Bişar Yazici ku li Girtîgeha Bi Ewlehiya Giran a Wanê girtî bû mir.
Li gor nûçeya MA'yê girtiyê nexweş Bişar Yazici roja înê ji ber pişikê rakirin Nexweşxaneya Dîcle ya Amedê. Yazici îro mir.
Malbat ji bo girtina cenazeyê çû ATK'ya (Lijneya Tiba Edlî) ya Amedê, piştî girtinê dê cenazeyê bibin gundê Ergalî ya navçeya Qelqeliya Wanê.
Bişar Yazici yê 52 salî 2 sal berê li Wanê hatibû girtin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê birîbû.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di rapora ku eşkere kiribû ku li girtîgehê bi sedan girtiyên nexweş hene.