Diyarname
Kovara aboriyê Forbes lîsteya di sala 2019'an de muzîkarên herî zêde pere kar kirine eşkere kir. Di destpêka lîsteyê de Taylor Swift heye ku 185 mîlyon dolar kar kiriye. Swift bû du salan ser hev de dibe yekemîn.
Taylon Swift van salên dawî gelek balê dikişîne. Di sala 2018'an de firotina albumên wê gihîştibû 2 mîlyon hebû û rekor şikandibû. Îsal di merasima Xelatên Muzîkê yên Amerîkayê de Swift xelata Hunermenda Salê jî di nav de tam 5 xelat girtin. Bi vê yekê jî bi temamî bû 26 xelat ku di vê warê de digire û bi vê rekora Michael Jakcson şikand.
Forbesê di lêkolîna xwe de derxist holê ku îsal herî zêde Switf pere kar kirine. Piştî wê bi 150 mîlyon dolarî Kanye West tê.
Vane 10 muzîkarên ku îsal herî zêde pere kar kiriye:
1- Taylor Swift / 185 mîlyon dolar
2- Kanye West / 150 mîlyon dolar
3- Ed Sheeran / 110 mîlyon dolar
4- The Eagles / 100 mîlyon dolar
5- Elton John / 84 mîlyon dolar
6- Beyonce / 81 mîlyon dolar
7- Jay-Z / 81 mîlyon dolar
8- Drake / 75 mîlyon dolar
9- Diddy / 70 milyon dolar
10- Metallica / 68.5 milyon dolar
**
Nûçeyên 2019'an (Ev beş bi vî awayî hê dê bidome):
- 2019: Di Google de ma ro enî fîlman geyray
**
Nûçeyên bi Taylor Swift re eleqedar:
- Taylor Swift rekora Jackson şikand