Diyarname
Dixtorên kanadayî li hemberî tenduristiya mirovan xwê wekî "Neyarê herî mezin ê yekemîn" bi nav kirin.
Ditxotên ku endamên saziyeke sivîl a civakî ya bi navê Navenda Zanistê ya ji bo Gel in li ser xwê lêkolîneke kirin. Di lêkolîna bi navê "Tevî xwê xetayek" de diyar bû ku xwê û sodyuma di navê de li gor tiştên kîmyewî yên din zêdetir dibin sedema mirina mirovan.
Kordînatorê Navenda Zanistî ya ji bo Gel Bill Jeffery bang li hikumetê kir ku li hemberî xwê û xurekan ku têde sodyum zêde tê bikaranîn bikeve nav tevgerê û wiha got: "Sedî 75'ê asta xwê ya di xurekan de bê kêmkirin, dê di warê tenduristiyê de 2 mîlyar dolar kêmtir pere ji bo tenduristiyê bê xerckirin. Xwê û sodyuma ku zêdetir bi xurekan tê girtin, bi qasî neyîniya li ser kardiyovaskulerê tê zanîn zêdetir tesîreke wê ya neyînî heye. Ji sisêyan yekê nexweşên tansiyona wan a bilind xwê û sodyûm e. Vaye em ji ber vê yekê û ji ber gelek sedemên din em xwê wekî neyarê yekemîn ê tenduristiya gel îlan dikin."
Di lêkolîna ku 320 loqenteyan de hate kirin de, di hambûrgereke 70 gramî yan jî kartolên qelandî de divê 40 mîlîgram xwê û sodyûm heba lê derketiye holê ku têde di navbera 500 û 550 mîlîgram heye."


