Diyarname
Di çarçoveya 400'emîn salvegera têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Hollanda û Tirkiyeyê de gelek çalakiyên çandî li dar dikevin. Yek ji wan jî bi hevkariya Enstîtuya Fîlman Eye û Akbank Sanatê fîlmên ku xelata Oscarê girtine yan jî bûne berendamên Oscarê di vê meha gulanê de li Akbank Sanata li Beyogluya Stenbolê têne nîşandayîn.
Di çarçoveya nîşandayîna van fîlman de fîlmê Marleen Gorriss "Qedera Antonia" ku xwedî nêrîneke femînîst e dê bê nîşandayîn. Fîlm di sala 1995'an de Xelata Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî girtibû. Dîsa fîlmê "Karakter" ku di sala 1998'an de Xelata Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî girt jî tê nîşandayîn.
Fîlmê Zus&Zo, Sonny Boy, Di dema şer de zivistan jî hin fîlmên din in ku dê bêne nîşandayîn. Li Akbank Sanatê fîlm bi zimanê xwe yê orjînal (flamanî) û bi jêrnivîsa tirkî bê pere têne nîşandayîn.
Vaye bername:
- 5 Gulan 2012, Şemî - Sonny Boy saet: 14.00
- 12 Gulan 2012, Şemî - Karakter saet: 14.00
- 26 Gulan 2012, Şemî - Zus& Zo saet: 12.00
- 26 Gulan 2012, Şemî - Qedera Antonia (Antonia) saet:14.30
- 26 Gulan 2012, Şemî - Di dema şer de zivistan (Oorglogswinter) saet: 17.00


