Diyarname
Bi sed hezaran pirtûk, li ser hev, li kêleka hev; ji wan çêkirina labîrentek...
Niha li Îngilistanê Olîmpiyatên Havînê yên 2012'yan li dar e. Di vê çarçoveyê de gelek beşên sporê li dar e. Lê digel beşên sporê hin çalakiyên çandî jî li dar in. Yek ji wan jî labîrenga pirtûkan e.
Bi sed hezaran pirtûk, li ser hev, li kêleka hev; ji wan labîrentek çêkirine. Sazkar û dîzaynkarê vê projeyê hunermendê ji Brezîlyayê Marcos Saboya û Gualter Pupo ye. Wan 250 hezar heb pirtûk anîne ba hev û bi alîkariya 50 kesên dilxwazên sazkirina vê projeyê, ev proje, ev labîrent saz kirine û pêşkêşî mêvanan kirine.
Hezkiriyên pirtûkan, beşdarên olîmpiyatê sere li wir jî didin û di nav pirtûkan de winda dibin!
Vaye ji labîrentê çend wêne...



