Diyarname
Li Batman, Sêrt, Riha, Çewlig, Nisêbîn, Qoser, Silopî, Şemrex, Qilabanê agirê Newrozê geş bû.
BATMAN
Li Otogara Nû ya Batmanê ji serê sibê de bi deh hezaran kes hatin ba hev û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di pîrozbahiyê de pankarta "Ji pêşîlêvekirina bi kelebçeyê re na" hate vekirin, li ser platformê jî pankarteke mezin ku têde "Welatê demokratîk, neteweya demokratîk, komara demokratîk, makezagona demokratîk" nivîsandibû hate daliqandin.
Tiştê xemgîn ku îro pêk hat ew bûku dayikek bi navê Peruze Gulmez (75 salî) qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku Gulmez berê jî qeyrana dil derbas kiribû. Piştî otopsiyê cenazeya wê li goristana Taxa Yavuz Selim hate veşartin.
SÊRT
Li Sêrtê piştî li pênc taxan agirê Newrozê hate pêxistin gel ber bi Taxa Çakmak ku wê Newroz li wir pîroz bikira ve çû. Gel bi diruşt û govendên xwe Newroz pîroz kir.
RIHA
Li navend û navçeyên Rihayê Newroz hat pîrozkirin. Li navenda Rihayê bi dora 50 hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newroza Rihayê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, mebûsê Rihayê İbrahim Binici, Serokê KESK'ê Sami Evren, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Emir Ali Şimşek, Seroka SES'ê Bedriye Yorgun, ji Kongreya Civaka Demokratîk Cemal Coşkun, ji Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk Şerif Gençdal û Hamiyet Dinçer, Şaredarê Serêkaniyê Başkanı İsmail Aslan, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, Wekîlê Şaredarê Sirûcê Mehmet Ozkan, Şaredarê Elîgorê Halil İbrahim Parıldar amede bûn.
ÇEWLIG
Li Çewligê jî bi coş Newroz hate pîrozkirin. Li qada Newrozê wêneyên zarokên kurd Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û Enes Ata ku hatibûn kuştin daliqandin.
Her wiha li navçeyên wekî Nisêbîn, Qoser, Şemrex, Qilaban, Silopî, Bîrecîk, Xelfetî jî bi coş Newroz hat pîrozkirin.
***
Li ser NEWROZ'a 2010'an nûçeyên eleqedar:
- Newroza Wanê bi gurahiyeke mezin dest pê kir
- Bi dehezaran kes ji bo Newrozê li qadan bûn
- Newroz bi beşdariya sedhezaran dest pê kir
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê


