AMED
Danişîna doza Midûr û Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Azadiya Welat Emîne Demîr, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li dar ket. Dadgehê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 138 sal cezayê hepsê li Demîr birî.
Berî Demîr jî dadgehê 166 sal cezayê hepsê li Midûrê Karên Nivîsaran ê Azadiya Welat Vedat Kurşun birîbû. Dîsa li Ozan Kilinç jî 21 sal cezayê hepsê birîbû û hê jî bi dehan dozên der barê xebatkarên Azadiya Welat de didomin.