Diyarname
Hunermend Armanc vê carê albuma xwe ya nû bi navê "Şop" pêşkêşî guhdarên xwe kir.
Hunermend Armanc ku heta niha sê album derxistibû niha bi albuma xwe ya çaran li pêşberî hezkiriyên xwe ye. Di albuma nû "Şop" de 11 stran hene.
Ji wan hin jê gelêrî ne. 'Gula Zer' straneke ji herêma Kobanî, 'Ezê vegerim' ji Efrînê, 'Qasimo' ji herêma Merdînê, 'Xezalê' ji Botanê, 'Way Gul' jî ji herêma Başûr e û bi vî awayî ji parçeyên din ên kurdan stran hatine cem hev û hatine pêşkêş kirin.
"Şop" ku têde stranên Teyrê baz, Qasimo, Hêvî, Gula zer, Sema, Nikarim, Van, Megrî dayê, Way gul, Ezê vegerim, Xezal cih digirin, li ser eşk, hêvî, xweza û kurdbûnê ye.
Di albumê de hunermendên wekî Xanemîr, Murat Yapiştiran, Turhan Yapiştiran, Yekbûn, Eylem Aktaş, Meral Tekçi, Şehmuz Rojhılat, Bulent Turan, İbrahim Rojhilat jî bi dengê xwe di vokalê de piştgirî dane Armanc.


