Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal 35'emîn car deriyên xwe dê veke. Fûara îsal ku di navbera 12-20'ê mehê li dar dikeve de û îsal mijara bingehîn a fûarê "Felsefe û Mirov" e.
800 weşanxane û saziyên sivîl
Li dinyayê rewşa pirtûkên çapkirî her çiqas ber bi pêş ve neçe jî li Stenbolê Fûara Pirtûkan a Stenbolê her ku diçe mezintir dibe. Ji salên borî zêdetir îsal beşdariya weşanxane û saziyên sivîl hene. Li gor daxuyaniya amadekarên fûarê îsal dê bi ser 800 weşanxane û saziyên sivîl de beşdarî ji bo fûarê hebe. Atolyeyên ji bo zarokan, gotûbêjên ligel nivîskaran, îmzekirina pirtûkan a ji aliyê bi sedan nivîskaran hin çalakiyên li nav fûarê ne.
Nivîskara rûmetê Kuçuradî ye
Her sal ku kesek wekî nivîskarê/a rûmetê tê hilbijartin îsal "Nivîskara Rûmetê" Prof. Dr. Ioanna Kuçuradi ye. Di vê çarçoveyê di li ser jiyan û berhemên Kuçuradi dê panel û çalakiyên cur bi cur çêbibin ku di hinan de ew bi xwe jî dê amade be.
Welatê Rûmetê: Almanya
Her wiha wekî Welatê Rûmetê jî îsal Almanya hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de bi diruşma "Worte Bewegen / Bandora Peyvan" ji wêjeya alman dê çalakiyên zarokan lidar bikevin û di 4 rojên pêşî ê fûarê de (12-15 sermawez) li Salona Neteweyî cih bigire. Her wiha nivîskarên li Almanyayê dinivîsin ên wekî Wilhelm Schmid, Esmahan Aykol, Ilija Trojanow, Peter Schneider, Olga Grjasnowa, Judith Kuckart, Finn-Ole Heinrich, Jan von Holleben, Silke Scheuermann, Matthias Göritz, Achim Wagner, Tobias Hülswitt û Canan Topçu li fûarê bibin mêvan.
Ji aliyê kurdan ve jî fûara Stenbolê girîng e ji ber ku ew jî her sal beşdarî fûarê dibin. Îsal jî ne hemû weşanxane lê beşek jê di fûarê de stand vedikin.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.