Diyarname
Pirtûka helbestan a bi navê “Nexşeya Rewanê Bêdengiyê” derket. Pirtûka Mizgîn Hesko par li Ewropayê derketibû, niha li Tirkiyeyê çapa wê ya nû derket. Pirtûk ji Weşanxaneya Na derketiye. Di pirtûkê de helbestvan di helbestên berê xwendevanan dide xweza,evîn û tekoşînê.
Helbestvan Mizgîn Hesko wisa dinivîse,
“Hîn li wir im
Balendeyê Fonîks im
Ji nav xweliya xwe radibim
Û ber bi jor ve
Ber bi asoyê ve
Baskên
Ji nuh diferidînim.”
Mizgîn Hesko kî ye?
Helbestvan û nivîskar Mizgîn Hesko roja 20.11.1973’yan li gundê Şelhûmiyê hatiye dinê. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi erebî helbest nivîsandine û paşê berê xwe daye kurdî û hê jî bi vî awayî didomîne. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988’an de hatiye belavkirin. Ew, ji sala 1996‘an ve li Almanya dijî. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004‘an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015‘an ve di nav desteya birêvebir a Pênûsa nû de ye. Ji mêj ve ye ew Endama Yekîtiya Giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye.
Pirtûkên Wê
1. Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet
2. Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han
3. Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han
4. Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
5. Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han
6. Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
7. Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera
8. Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera
9. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Ewil Avdar 2021, Weşanên Sersera
10. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Duyem 2022, Weşanên Na
- Nexşeya Rewanê Bêdengiyê / Mizgîn Hesko / Weşanxaneya Na / 65 rûpel / 2022 / Helbest