Diyarname
Di Roja Tevgera Hawirê ya Dinyayê de hawirparêzan bi meşekê bal kişandin ser germa global.
Hawirparêzan di vê çarçoveyê de li Koma Şehîdên Kibrisê ya Îzmîrê e meşeke heta Qada Gundogdu li dar xistin. Hawirparêzan li vê derê daxuyaniyeke da û xwest santralên termîk û kargehên medenê bêne betalkirin.
TMMOB, EGEÇEP û Siyah Pembe Uçgeni Dernegi jî piştgirî da vê meşê. Di meşê de diruşmên wekî "Hewa, av û roj têra me dike", "Ji santralên termîk re na", "AKP qatilê xwezayê ye" qîrandin.
Hawirparêzan bal kişandin ser kanbondîoksîtê ku rêjeya wê ji 350 ppm bilindtir bûye û derketiye ser 389 ppm'yê û xwestin belavbûna karbonê ya li dinyayê bê daxistin.


