Amed
BDP'ya Amedê, ji bo balê bikişîne ser girtina DTP'ê û pêvajoya dawî dê 27'ê vê mehê li Amedê mîtîngeke li dar bixe.
Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Amedê bi armanca balê bikişîne ser girtina DTP'ê û rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê, di 27'ê vê mehê de li Qada Îstasyona Amedê mîtîngekê li dar dixe.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya BDP'a Amedê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rûmet, ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî kurdan û ji bo xwedîlêderketina parlementerên DTP'ê ya hate girtin dê mîtîngê li dar bixe.
Mîtîn 27'ê mehê dê di navbera saetên 12.00 û 16.00'an de li dar bikeve.
Ji bo mîtîngê BDP dê serî li walîtiya Amedê bide û bernameya mîtîngê jî di rojên pêş me de dê diyar bike.


