DÊRIK
Şandeyek ji nûnerên 5 rêxistinên alîkariyan ên navnetewî serdana kampa koçberan a Hekemiyê ya bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê kir. Di serdanê de rewşa koçberan hate şopandin.
Bi armanca piştgiriya koçberên kampa Hekemiyê ya bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê Şandeyek ji nûnerên 5 rêxistinên alîkariyan ên navnetewî serdana kampê kir. Şandeya ku ji Desteya Bilind a Netewên Yekbûyê ya Karûbarên Koçberan, Bernameya Xurek a Navnetewî, Komîteya Alîkariya Navnetewî, Rêxistina Bijîşkên Sînornenas û Rêxistina Alîkariya Mirovahî pêk dihat, şêwaza pêşkêşkirina alîkariyan gotûbêj kirin.
Şande ji aliyê Serokê Desteya Karûbarên Civakî a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Dijwar Ehmed ve hat pêşwazîkirin. Ehmed ligel şandeyê di nava kampê de geriyan, rewşa Koçberan şopandin û çavdêriya alîkariyên ku rêveberiya kampê pêşkêşî koçberan dike, kirin.
Şandeyê her wiha bi rêveberên kampê re jî hevdîtin pêk anîn û bi wan re şêwazên pêşkêşkirina alîkariya koçberan gotûbêj kirin.
Derbarê mijarê de Rêveberê Buroya Rêxistina UNICEF Mihemed Edhem li bajarê Qamişlo ji bo ANHA’yê got ku ji bo koçberên kampê bihijmêrin û rewşa wan bişopîne, wan serdana kampê kiriye.
Edhem da zanîn ku 12 malbat di kampê de bi cih bûne û hemû ji derveyî Kantonê koçber bûne. Her wiha destnîşan kir ku gelek aliyan hin alîkarî şandine û got ku Netewên Yekbûyî dê rewşa koçberan binirxînin û şêwaza alîkariya bi wan re gotûbêj bike.
Cihê wargeha Hekemiyê tê guhertin
Ji bo nîqaşkirina rewşa wargeha Hekemiyê ya li bajarê Dêrikê, îro di navbera Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Ekrem Hiso û herdu cîgirên wî Elîzabêt Gewriyê û Husên El-Ezam de li navenda meclîsê ya li bajarê Amûdê civînek hate lidarxistin.
Di civînê de rapora ku Desteya Kar û Karûbarên Civakî ya derbarê wargehê de hatibû pêşkêşkirin hate gotûbêjkirin.
Wargeha penaberan a li gundê Hekemiyê yê girêdayî bajarê Dêrikê beriya demekê ji aliyê Desteya Kar û Karûbarên Civakî û Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM'ê hate vekirin. Desteya Karûbarên Civakî ji bo tenduristiya koçberan li herêmê lêkolîn û lêgerîn kirin û veguhestina cihê wargehê pêşniyar kir.
Serokatiya Meclîsa Rêveber di civînê de destnîşan kir ku dê hemû koçberên nû li wargeha Hekemiyê werin pêşwazîkirin heta ku cihê wargehê bê guhertin.