Yaqob Tilermenî
Li ser rûyê cîhanê ji bo ku dîroka gelek şaristaniyan ji windabûnê rizgar bibe, bermahiyên ji van şaristaniyan mayî di muzexaneyan de têne bicihkirin. Taliyê weke pêşangeh pêşkêşî mirovan dibin. Lê gelek şaristanî bi bajarên zindî ew bixwe muzexane ne û di tu der û cihî de hilnayên. Yek ji van bajaran jî, bajarê Mêrdînê ye ku li serê çiyayekî weke muzexaneyek vekirî her dem li hêviya mêvanên xwe ye. Mêrdîna ku di televizyon û rojnameyan de bûye benîştê ser zimanan, ji hêlekê ve jî bi rêya rêvebirên pergalê re tê rûçikandin.
Mêrdîna ku xwe weke gerdeniyekê li dora situyê çiyayekî alandiye, bi bermahiyên xwe agahiyên gelek şaristaniyan pêşkêşî mirovan dike. Li gora gotegot û destnivîsên berî bi sedûheftê salan navê bajar ‘Mardîn’ xwe dispêre şaristaniya Farisan. Kurê hikumdarê Farisan, Mardîn ku bi nexweşiyeke bêeman dikeve, li ser pêşniyara bijîşkan wî digihînin sere çiyayekî bilind ku weke Çiyayê Qijalkan dihat binavkirin. Mardîn li vî cihî spîsax dibe û bi vê mebestê navê wî li vî cihî tê kirin. Şûnwarê Mardîn di demeke kurt de dibe warê mirovên faris ên mecûsî ku ji agir û melekê tawis re hurmetê nîşan didin. Bi qasî hezar salan li serê vî çiyayî agirê mecûsiyan vêketî dimîne û desthilatiya farisan didome. Herî dawî kurê Cariş ê bi navê Arsûs ku ji bajarê Trabzonê ye û rûm e, vî bajarî desteser dike û lê desthilatdariyeke nû dimeşîne. Kelehekê ava dike û tev li ahliyên xwe di vê kelehê de bi cih dibin. Heta ku hikumdarên îslamê Mêrdîn bi dest dixin, bajar ji hêla rûman ve tê birêvebirin.
Helbet gelek rîwayet û çîrok û xeberoşk der barê vî bajarî de têne gotin; ancax çi ecêb e ku di roja me de pirtûkên ku ji hêla walîtiyê ve têne amadekirin de navên ahliyên kurd an nayên bilêvkirin an jî bi sayakî di ser re tê buhurandin. Jixwe mirov ji Mêrdîna îro jî dikare gelek zanîn û agahiyan bi dest bixe. Meş û geryanên li nava kuçe û kolanên teng, sewtên curbecur ji gelek zimanan, peristgehên gelek olan û di şeveke sayî de dîmena bajêr a ji şewlan pêkhatî… Ligel van tiştan gişan jî hezkirina ji bajêr û bengîtiya evîndaran di şûnwarekî wiha de…
Ger mirov romana nivîskarê pirhêl (helbestvan, çîroknûs û romannûs) Cîhan Roj a bi navê Gîtara Bê Têl bixwîne, dê hemû bersivên pirsên xwe û du lehengên romantîk Şadî’yê kurd û Selîn’a ji bajarê Smyrna (Îzmîr) ku bavê wê yewnan, dêya wê arnawid bi rihetî bibîne. Şadî’yê doktor û Selîn’a hemşîre ji ber seqaya ku bajar bi mirov dide jiyîn û wan di nava efsûnên xwe de digevizîne, xwe radestî bengîtiyekê dikin û bi armanca evîneke domdar a li ser bedena vî bajarî qewlan didin hev. Cîhan Roj leheng û bajar weke benê dû şûjinê afirandine û destnîşankirina nivîskar Asli Erdoğan çespandiye; “Şûnwar û leheng weke hêmayên awêneyê hevdu temam dikin” û bi şertê ku dê leheng jiyana xwe li bajêr bidomînin, wan radestî evîniyekê dike. Ji ber hindê ji bo nivîskar bajar awêne, leheng teyisîna ser zibeqê ye. Bajarê Mêrdînê ku di romanê de dibe bajarê evîn û bengîtiyê, bi bermahiyên xwe ku şûnşopên mirovên ji şaristaniyên cuda dihewîne, weke lehengê sereke yê romanê ye. Jixwe dema ku mirov romanê bixwîne, dê teqez ji xwe re bibêje, ‘ez ê êdî bi hişmendiyeke dîtir li vî bajarî bigerim!’.
Ji bo ku nivîskarek di binyata pêşaniya xwe de bajarekî bi zexmî bi cih bike, jiyandina li wî bajarî hêmana sereke ye. Nivîskarê romanê jî bi dan jiyandina şûnwarekî, ev rastiya xwe ya jiyandina li bajêr weke xalîçeyekê li ber xwîner raxistiye. Weke J. P. Sartre gotiye, “Nivîskar li her derê li zanebûna xwe, li daxwazên xwe, serqise li xwe rast tê. Tim xweseriya xwe dipelîne, kirdeya ku afirandiye li cihekî ku dest nagihîjê ye.”. Yanî cihên ku berê nivîskar lê jiyaye, bajar û kîtekît bi awayekî di çîrokan de cih digirin. Ji ber hindê mirov qada komarê, deriyê babisorê, muzexaneya bajêr, cihê kebabfiroş rido, sûka ga û qehweya bilaliyan ligel medreseya zincîriye û dêra zaferanê weke li wan deran di geryanê de be, di hişê xwe de saz dike. Û mirov xeyal dike ku nivîskar şûnşopa xwe li van deran gişan hiştiye.
Şûnwarên ku heta niha di berhemên wêjeya kurdî de hatibûn bicihkirin, bêtir weke şûnwarên di nava qerqeşûna şer û pevçûnan de derdiket pêşiya mirov. An nivîskar bêyî ku navê bajar bidin, hemû kîtekîtên bajarên kurdan ên nas di binyata pêşaniyên xwe de bi cih dikirin ango bajar bi hin direwşên siyasî dixemilandin û pêşkêş dikirin. Di Gîtara Bê Têl de ligel ku hikumê desthilatdarên pergalê li her derê bajarê Mêrdînê xwe bi mirov dide hîskirin jî, hikumê hezkirin û evîndariyê hîna bêtir li pêş e. Mirov tê digihîje ku bêyî evîn jiyîna li vê derê ne gengaz e ango bêyî bajar mirov ji evînê jî bêpar dimîne. Bi van sedeman dema ku leheng Şadî dest bi pêwendiya evînê dike, weke şertê domandinê bicihbûna li Mêrdînê datîne ber Selîn. Selîna ku di nava raza bajêr de bûye bengiyê Şadî weke keseke serxweş û xilmaşê jiyanê daxwaza Şadî di cih de dipejirîne. Dema ku girêk li benê têkîliyê dikevin û çîrokên rabirdûyê li deriyê wan dixin, ew xilmaşî û serxweşî ji holê radibin û bûhran dest pê dikin. Ji destpêka romanê ve benê navbera bajar û lehengan bi zexmî hatiye ristin û xwîner bi serê ben digire û xwe digihîne heta seriyê din ê ben.
Dema mirov cihê jiyîna nivîskar a berê (Mêrdîn) û ya niha (Îzmîr) dide ber hev, tê digihîje ku bajar tu carî destê xwe ji pêxîla wî bernade. Ji ber hindê bajarê xwe yê berê (Mêrdîn) di rihe leheng Şadî de, bajarê xwe yê niha (Îzmîr) jî di rihê Selîn de dide der. Bi van sedeman mirov tê digihîje ku şûnwar çiqasî di navendê de cih girtiye û honaka romanê xurt kiriye. Îcar kesên ku dibêjin di wêjeya kurdî de rihê şûnwarên xweser nayên dîtin, dikarin ji hevoka serî “Di bin hukmê germê de meş li xweşiya wî diçû. Çiqas xwêdan dida, beden ew qasî bi wî sivik dibû. Bi nav xeyalan diket. Rengê zeferanê yê li dîwarên xêniyên dîrokî dil li wî xweş dikir…” dest bi xwendineke nû bikin.
* * *
BERÎ KU KELA SER BIFÛRE
Gîtara Bê Têl ku bi hemû hêlên xwe romaneke serketî ya wêjeya kurdî ye, ji ber hin şaşîtiyên edîtoriyê mirov di dema xwendinê de zîvêr dike. Hin hevokên şikestî ku nehatine serastkirin; hin peyvên ku di kurdî de bersivên wan hene, lê bi tirkiya wan hatine nivîsandin (nexweşiya kilsê= kireçlenme, aîdî= ait, rûnê zeytûnan= zeytinyağı, Çarşî= Çarşı, Ocaxa tenduristiyê= sağlık ocağı,…); navê leheng Şadî ku li sê cihan weke Zeynal hatiye nivîsandin; dawiya romanê ku du caran hatiye nivîsandin û ku nayê famkirin bê roman bi çi awayî diqede… Hêvîdar im ku dê roman ji teref xwendevanên wêjeya kurdî di demeke kurt de were sitendin û di çapa duyemîn de şaşîtiyên wê werin serastkirin.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nûçeyên eleqedar:
- Cîhan Roj vê carê romanek nivîsî: Gîtara bê têl