Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku hê jî li nexweşxaneyê tê dermankirin bi daxuyaniyeke diyar kir ku ji berendamtî vekişiya ye.
Tatlises ji bo ji AKP'ê bibe mebûs serî li AKP'ê dabû. Tam di wê demê de bi êrîşê re rû bi rû ma û birîndar bû. Serokwezîr û Serokê AKP'ê Erdogan çûbû nexweşxaneyê serdana wî û diyar kiribû ku dê wî wekî berendam nîşan bidin. Lê dema lîste derketin ew ne di nav lîsteya AKP'ê de bû. Li ser vê di 11'ê avrêlê de parêzerê Tatlises Ahmet Turkmen serî li YSK'ê dabû û Tatlises ji Rihayê bûbû berendamê mebûsiyê.
Tatlises ku îhtîmala serketinê hebû piştî 10 rojan daxuyand ku ew ji berendamtiya mebûsiyê vekişiya ye. Wekî sedem jî nexweşiya wî hat nîşandayîn lê tê gotin ku AKP'ê jê rica kiriye ku vekişe.
Di daxuyaniya eşkerekerina vekişîna ji berendamtiyê de jî Tatlises wisa gotibû: "Di vê êrîşa menfûr de ku hat serê min, ez hurmetê xwe nîşanî birêz Serokwezîr didim ku min bi tenê nehişt, ez ji wî re di hilbijartinê de serketinê dixwazim." Ev gotinên Tatlises jî bal kişandin.
Li Rihayê 2 jê berendamên ser bixwe ku BDP piştgirî dide, bi giştî 10 serbixwe ketine pêşbaziyê.
Yek ji wan jî ji eşîra Îzol Zulfîkar Îzol e ku mebûsê AKP'ê bû, piştî AKP'ê ew nexist lîsteya berendaman wî ji AKP'ê îstîfa kir û wekî berendamê serbixwe serî li YSK'ê da.