Diyarname
Em vê mehê dîsa girtiyekî dixin Portreya Mehê; girtiyê ku gelek xebat li ser çand û folklorê kiriye. Em qala Ehmed Tekîn dikin.
Ehmed Tekîr nivîskar û têkoşerekî kurd. Ew di sala 1959'an de hatiye dinê. Li gundê Nîvila ya Dihêya Sêrtê wî çavên xwe li dinê vekirine. Dema hê 6 salî bûye malbata wî koçî Tetwanê kiriye. Wî piştî xwendina xwe ya dibistana seretayî, berê xwe daye Mêrsînê û li wir dest bi kar kiriye. Tekîn di gelek karên cur bi cur de ked daye, bi van debara xwe kiriye.
Di salên 1970'yan de ciwan e; wê demê têkoşîna ciwanan li Tirkiyeyê belav dibe; ew jî dikeve bin bandora têkiliyên siyasî yên wê demê û xwe di nav têkoşînê de dibîne. Di sala 1975'an de êdî yek ji kesên çalak e. Wê demê gelek caran tê binçavkirin, rastî îşkence û tehdeyan tê. Lê bi paş ve gavan navêje.
JI SODEP-SHP HETA GIRTIN
Piştî Derbeya 1980'yî dema li Tirkiyeyê partî têne avakirin, ew jî di nav de cih digire. Di navbera salên 1983-86'an de li nav SODEP-SHP'ê de dixebite. Piştî vê kêliyê hestên wî yên kurdîtiyê xurtir dibin. Loma jî di navbera salên 1988-1993'yan de şeş-heft caran tê binçavkirin, tê girtin, li zindanê dimîne. Ew salên 90'î ku salên agir in ji bo wî li hundir, li girtîgehê derbas dibin.
CEZAYÊ ÎDAMÊ DIDINÊ
Di sala 2003'yan de piştî 10 salên girtîmayînê tê ew berdan, lê wî rehet nahêlin ku bi ser re salek derbas nabe, di sala 2004'an de dîsa tê girtin. Vê kêliyê ku tê darizandin pêşî cezayê îdamê didinê, lê paşê wê cezayê vediguherînin dikin cezayê muebetê. Û ji wê rojê ve ew hê jî girtiye.
Ehmet Tekîn zewiciye û bavê pênc zarokan e. Ew niha li girtîgeha Bandirmayê ye.
Nivîskar Ehmed Tekîn li zindanê jî hem têkoşîna xwe, hem jî xebatên xwe yên nivîsînê didomîne. Li ser çand, wêje, ziman, folklor û dîroka Kurdistanê xebatên kûr dibe, xebatan dike, hewl dide ku tiştinan biafirîne. Di vê serdemê de pirtûkeke berfireh dinivîse bi navê "Çand û Folklora Kurdî". Pirtûka ku 392 rûpel e par ji Weşanxaneya Aryen derketiye.
KEDA 28-30 SALAN
Tekîn kedeke mezin daye, loma jî vê mehê mêvanê portreya me ye. Ji bo rewşa keda wî baş bê zanîn, em gotina wî ya li ser dema amadekirina pirtûkê neqlê vir bikin: "28-30 salan min li ser vê çandê lêkolîn-lêgerîn kir, min bi qasî 2500 pirtûk, ew qasî jî kovar û her roj jî rojname bi taybetî quncikê çand, rûpelên dîrokê xwendin."
Di pirtûkê de ji cil û bergan heta stranan, ji lîstikên herêmî heta folklor, fîgur û rîtmîk gelek mijar hene. Bi hêviya ku ewê di nêz de bikaribe xebatên xwe yên li ser folklorê li derve jî bidomîne...
Ehmed Tekîn ji 2004'an ve ye girtî ye. Pirtûka wî nû derket.