Dêrsim
Di çarçoveya Festîvala Mûnzûrê de li nava bajêr bi beşdariya hezaran kesî peykerê Seyîd Riza hate vekirin.
10'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê Îro dest pê kir. Pêşî li derveyî bajêr girseyeke mezin pêşwazî li endamê spora çiyagerî û xwezayê kir. Koma ku ji bo protestokirina çêkirina bendavan ev 6 roj bûn ketibûn rêwîtiyê gihîştin navenda bajêr.
Dûre Mebûsê Dêrsimê yê BDP'ê Şerafettin Halis û Mebûsa Stenbolê Sebahat Tuncer, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin û neviyên Seyîd Riza jî têde bi beşdariya hezaran kesî heta Meydana Qişlayê meşeke hate li dar xistin.
Li vê derê pêşî ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rawestina rêzgirtinê hate kirin û pişt re jî peykerê Seyîd Riza bi merasimekê hate vekirin.
Neviyên Seyîd Riza Zeliha Polat û Rustem Polat jî beşdarî vekirina peykerê bûn. Dema laçika ser peykerê hate rakirin û peyker hate vekirin girseya li qadê bi deqîqeyan li çepikan da.
Şaredara BDP'yî ya Dêrsimê Edibe Şahin got ku em peykerê Seyîd Rizayê ku mohra xwe li dîroka Dêrsimê daye vedikin û wiha berdewam kir: "Li vir em îro şahidiya dîrokî dikin. Seyîd Riza di wijdanê gel de wekî birîneke ku xwîn jê diherike ye. Piştî salan be jî bi vekirina peykereke wisa ez rûmekeme mezin hîs dikim. Di roja me de li ser komkujiya Dêrsimê bê axivîn jî hê bi meseleyê tam zelal nebûye. Ez hêvî dikim dê ev peyker kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi şîdetê çareser bikin wan ber bi fikirînê ve dehf bide."
Mebûsê BDP'ê Halis jî got ku xeyala me dêrsimiyan ew bû ku em li vê meydanê peykerê Seyîd Riza bibînin û îro ev xeyala me hatiye cih.
Piştî axaftinan Koma Folklorê ya Varvara û Koma Zarokan GKM'ê derketin ser dikê.
Her wiha pêşangeha wêneyan a nûçegîhanê DÎHA'yê Ferhat Aslan a bi navê "Rengên Mezopotamya"yê hate vekirin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.