Diyarname
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşan nêzî 90 hezar xwendekar nikarin herin dibistanê.
Dewleta Tirkiyeyê di navbera 23-25'ê mehê de êrîşê hewayî bi ser hin herêmên Rêveberiya Xweser de biribûn. Desteya Perwerde û Fêrkirinê li ser rewşa xwendekaran bi kurdî û erebî daxuyanî da çapemeniyê.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî daxuyaniya bi kurdî xwend û bibîr xist ku ev cara yekemîn e ku dewleta Tirk êrîşî navendên xizmetê, tenduristî û perwerdeyê dike.
'SÎMAVÊ PIRTÛKÊN DERSÊ ÇAP DIKIR'
Li gor nûçaya ANHA'yê Semîra Hec Elî destnîşan kir ku êrîş li dijî hemû pîvanên mirovî û yasayên navneteweyî ne û bandora van êrîşan a li ser qada perwerdeyê eşkere kir. Elî wisa got: “Êrîşan bandorek mezin li ser perwerdehiyê çêkir. Bi taybetî li herêmên nêzî sînor bandorek mezin çêbû. Balafirên dewleta Tirk çapxaneya Sîmav ku pirtûkên dersan çap dike bombebaran kir. 5 xebatkarên wê şehîd bûn. Li kantonên Cizîr, Firat û Efrîn/Şehbayê li 712 dibistanan perwerde rawestiya. 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar man.”


