logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
news-details

Buldan û Sancar dest ji kar ber didin

  • Dîrok: 04/06/2023
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar vê êvarê beşdarî Medyahaber TV bûn. Buldan û Sancar gotin di kongreyê de dê carek din nebin berendam.

Va ne ji gotinên wan çend not:

- Buldan: Ez bi awayekî zelal vê dibêjim, di hilbijartinê de me xwe negihand hedefa xwe. Helbet ev meseleya xwerexneyî ye.

EM BI SER NEKETIN LÊ EM TÊK JÎ NEÇÛN

- Sancar: Wekî Yeşil Sol Partî em negihand asta dengên me dixwest. Ji vî alî ve em xwe ne serketî dibînin lê têkçûneke jî li holê nîn e. Ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk her tişt kirin. Beşdarbûna hilbijartinê bi xwe jî bi tena serê xwe gelek girîng e. Me ev astengî şikand, em ketin hilbijartinê. 

- Buldan: Me dît ku me kampanyaya xwe baş nemeşandiye. Me xwe negihand derdorên devreyî me, em mezin nebûn. Kêmasiya me çêbû ku me derdorên cuda negirtin nava xwe. Mînak ermen, êdî, astengbar, nebûna van kêmasî bû.

REXNE Û MESELEYA HEVSEROKATÎ

- Buldan: Roja piştî hilbijartinê me eşkere kir ku emê kongreya partiyê saz bikin. Ji ber em negihîştin hedefên xwe me got emê ligel lijneyên xwe biaxivin û ber bi kongreyê ve herin. Li her qada vê têkoşînê çi bar bikeve ser milên min ez amade me bikim, lê ez hemû rexneyan digirim ber çavan û di vê kongreyê de peywira hevserokatî bi hezkirin didim hevalek din. Di pêvajoya kongreyê de ezê li tu mekanîzmaya biryaran digire de cih negirim.

- Buldan: Di vê kêliyê de barê ser milê me yê ku divê hesabê bide heye. Em bernadin û naçin, pêşî emê hesabê birin. Emê hesabê birin gelê me, alîgirên me, hesabê bidin jinan. Bi ya min meseleya girîng ev e.

MESELEYA BERENDAMTIYA SEROKOMARÎ

- Sancar: Demirtaş hevalekî me yê gelek bi qîmet e, hevrêyê me ye. Ne tiştek rast e em niyeta wî bigirin bin lêpirsînê. Ligel hemû hevalên me ji bo em partiyê ber bi asteke baştir ve bibin em ketin têkiliyê. Eiqûqî hem çûn serdena Demirtaş, got astengiya wî ya hiqûqî heye, paşê ji bo çapemenî jî ev eşkere kir.  Paşê em çûn Kandira û me pêşniyarên Figen Yuksekdag û Gultan Kişanak jî girtin. Pêşniyara ger em berendamek nîşan bidin bila jin be. Li lijneyên xwe me ev pêşniyar nirxandin. Di kêliya dawî de meyl ber bi berendameke jin ve çû. Me ev ragihand Demirtaş û wî jî piştgirî da vê yekê.

'ME GUH NEDA DENGÊ GELÊ XWE'

- Buldan: Me ev pêvajo baş bi rê ve nebir. Yan na li Tirkiyeyê îtîfaq her çêbûne, serketine yan neketine. Di vê demê de îtîfaqeke ji bo têkoşînê lazim bû, bingehek wisa lazim bû. Dema me ev îtîfaqa Ked û Azadiyê saz kirin, ku ligel partiyên kurdan jî jixwe îtîfaqa me hebûn. Vê îtîfaqê sînerziyek derxistibû holê, di dema nasandina Îtîfaqa Ked û Azadiyê de morelek mezin da Tirkiyeyê. Ez hê jî dibêjim ev îtîfaq gavek rast e, divê bidome, hevkariya têkoşînê ye, wekî îtîfeqek têkoşînê di dema pêşiya me de jî berdewamkirina wê gelek girîng e. Rewşeke ku baş nehatiye bi rê ve birin heye. Belkî me guh bida gelê xwe, wekî îtîfaqeke hilbijartinê dewam bikira yan na. Îtîfaqa ji bo têkoşînê cuda ye, ji bo hilbijartinê cuda ye, loma jî di warê îtîfaqa hilbijartinê de kêmasiya me ya mezin ew e ku me guh neda dengê gelê xwe

HILBIJARTINA HÊRÊMÎ

- Buldan (Li ser pirsa kabîneyê): Di kabîneyê de kesên nerm hene lê bi ya min ev kabîne bi hilbijartina herêmî ve eleqedar e. AKP bi hemû hêza niha ji bo hilbijartina herêmî kom dibe. Ji bo hemû bajaran bi dest bişe dê bixebite. Li hemberî vê hilbijartina herêmî ji bo me jî gelek girîng e. Em wekî partiyek ku sê dem e kayûman dişînin ser şaredariyên me, gere em jî bi rihek mezin ji bo bi serketina hilbijartina herêmî bixebitin. Pêvajoya kongreyê çawa biqede gere em dest bi xebata hilbijartina herêmî bikin.

 


**

Nûçe û nivîsên eleqedar:

 - HDP'ê nexşerê da pêşiya xwe

- Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

- Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir

- Demirtaş: Vê kêliyê ez dest ji polîtîkayê ber didim 

 


Parve Bike

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 29 05 2026

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

news
  • 24 05 2026

Mamosteya kurdî Forûzan Islamî hat girtin

news
  • 20 05 2026

Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

news
  • 20 05 2026

Partiyên kurdan hilbijartinên Şamê red kirin û şert danîn

news
  • 19 05 2026

Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir

news
  • 19 05 2026

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berheman e

ad

Vaye bernameya Şanoya Bajêr a Amedê

ad

"Midnight's Children"a Ruşdî dîsa xelat girt

ad

Li Tirkiyeyê hejmar û rewşa kurdan

ad

Dîmenên ji erdheja Elezîzê

ad

Çîroka çar kurdan, 'Barê Şevê' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname