Diyarname
Mozoleya (abîdeya) lîstikvanê fûtbolê yê efsanew3i ku li bajarê Santosê ye ji bo serdana gel hat vekirin.
Lîstikvanê ji Brezîlyayê, efsaneyê fûtbolê Pele roja 29'ê berfanbara 2022'yan miribû. Ji Wê rojê de ji bo çêkirina abîdeya wî xebat dom dikir.
Niha ew xebat temam bû û deriyên xwe ji bo mêvanan vekir. Di mozoleya mezin de gelek tişt hene. Di qata yekemîn de ligel mozoleya wê ya luks, formayên ku wî li tîmên cur bi cur li xwe kirine jî hene.
Kurê wî Edinho li vê qatê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Bi vebûna mozoleyê re em kêfxweş bûn. Lê hê jî em bêriya wî dikin, ji ber nebûna wî el diêşin. Lê ji ber ku hezkirin û hurmeteke mezin ji bo wî heye jî em serbilind in."
Edinyo diyar kiriye ku bi hûrbînî û bi hezkirin li ser çêkirina vê xebitîne û diyar kiriye ku ev yek ji bo malbata wan kêliyeke nayê ji bîr kirin e.
Di abîdeya ku hatiye vekirin de 2 peykerên Pele yên ji zêr çêkirî, wêneyên wî jî hene.