Diyarname
Li Silopiyê di navbera du malbatên ji eşîra Tayan û Xerîkan de pevçûna çekdarî derket 5 kes mirin. Mebûs û şaredarên DTP'ê li ser bihîstina bûyerê ber bi Silopiyê ve ketin rê.
Li Silopiya Şirnexê vê êvarê di navbera du malbatan de hevçûn derket. Di pevçûna ku çekên otomatîk hatin bikaranîn de jinek binavê Leyla Yavuz (35) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Mehmet Didmin ê 10 salî û Huseyin Kasimoglu bi birîneke giran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê lê wan jî jiyana xwe ji dest da. Piştî van Orhan Ediz (19) û zarokek ku hê nav nayê zanîn jiyana xwe ji dest da.
Di pevçûnê de 30 jî birîndar hene û dermankirina wan didome. Du kesên ku birîna wan giran e rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Şirnex û Mêrdînê. Ji bo xirecir gur nebe li Silopî, Cizîrê polîs û jendirmeyan ewlehiyeke giran saz kirin.
Bi bihîstina bûyerê re mebûsên DTP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan û Sevayîr Bayindir û şaredarên herêmê yên DTP'ê ber bi Silopiyê ve ketin rê.


