Diyarname
BDP'ê piştî Civîna Meclisa Partiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li gelek bajaran dê mîtîngan li dar bixe.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 7 hezar hevalên wan hatine girtin lê ew wekî ku kes nehatiye girtin dê wisa xebata xwe bidomînin. Daxuyanî balê dikişîne ser 500 girtiyên hê di girtîgehan de di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan êdî di talûkeyê de ye.
BDP'ê di civîna xwe de biryar girtiye ku li gelek bajaran mîtîngan li dar bixe û bernameya mîtîngan jî wisa eşkere kiriye:"Ji bo ku em wekî BDP bi gel re careke din bên ba hev bi hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk re li Cizîr, Mêrsîn, Bazîd û Sirûcê di navbera 20-22'yê mehê de mitîngên mezin lidar bixin. Her wiha li Silopî, Nisêbîn, Qoser, Tetwan, Îdir, Mûş, Erdîş, Êlih, Baglar, Dîlok û Patnosê jî civînên gel lidar bixin."
Her wiha BDP'ê di daxuyaniyê de xwest girseya wan û derdorên demokrasîxwaz bi rihê Newrozê beşdarî 1'ê Gulanê bibin.