Diyarname
Kesên di pêşbaziya Xelatên Metin Goktepe de bi ser ketin diyar bûn. Xelat di rojbûna Goktepede dê bên dayîn.
Nûçegîhanê Evrenselê Metin Goktepe di 6'ê rêbendana 1996'an de dema nûçeyeke dişopand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameya Evrenselê ji bo bîanîna Goktepe ev 16 sal in di warê rojnamegerî de Xelata Pêşbaziya Metin Goktepe li dar dixe. Niha encamên kesên di pêşbaziyê de bi ser ketin diyar bûn. Kesên bi ser ketine di 10'ê avrêlê roja rojbûna Goktepe de bi merasimekê dê xelatên xwe bigirin. Merasima xelatdayînê dê li Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê ya li Cagalogluya Stenbolê li dar bikeve.
Vane kesên di pêşbaziyê de bi ser ketine û hatine xelatkirin:
- Di warê nûçeya nivîskî de ji Milliyetê Arif Balkan bi nûçeya "Îcralik eden dayanişma".
- Di warê nûçeya televîzyonê de nûçegîhana Kanal D Ozgen Bingol û kameraman Arda Sevimli bi nûçeya "Panzer 20, Dur Gitme".
w Di warê fotoyê de Faruk Ayyildiz bi fotoyên ku li Roboskî hatine kişandin û bi navê "Pencereden Gorunen Aci", "Kana ve Çamura Bulaşmiş Kimlik"
- Xelata Rojnamegeriya Herêmî, ji Rîzeyê Gencaga Karafazli û Fehmi Demir bi nûçeya "Başbakan'a hemşehrilerinden ONE MİNUTE! NOOLİYİ"
- Xelata Taybet a Juriyê ya Azadiya Çapemeniyê, ji Milliyetê Namik Duruman bi "Îmrali Zabitlari"


