Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji dozên dawetname û ya çîrokan beraet kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 30'ê gulanê û 3'yê pûşpera 2007'an de Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê li dar xistibû û di vê festîvalê de vexwendname bi kurdî û tirkî amade kiribûn û ji rayedaran re şandibûn. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Amedê bi îdîaya ku şaredarî ji butçeya şaredariyê vexwendname amade kirine û zerar daye doz vekiribû. Di danişîna dozê ya îro de ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr li ser navê şaredariyê dihat darizandin doz betal bû û Baydemîr beraet kir.
Li ser navê Baydemîr parêzerê wî Muharrem Erbey di danişînê de amade bû û da zanîn ku muwekîlê wî ne li gor sûcê tevgeriyaye û beraeta wî xwest.
Her wiha doza weşandina pirtûka çîrokan a bi kurdî û tirkî jî îro bû û Baydemîr ji her du dozan jî beraet kir.
Pirtûkan çîrokan a bi navê "Guldesteya Çîrokan" (Kurdî-Tirkî) ji aliyê Muharrem Erbey û Dilawer Zeraq ve hatibû amadekirin û şaredarî di sala 2007'an de ew weşandibû.


