QAMIŞLO
Di encama şewata navenda tenduristiyê ya taxa Meyselûn a Qamişlo de 9 zarok, 13 jin bi giştî 23 kesan jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Kantona Cizîrê Silêman Ehmed derbarê hejmara qurbaniyên şewata navenda Tenduristiyê ya Taxa Meyselûn ya Qamişlo agahî da ANHA’yê û diyar kir ku di şewata navenda Tenduristiyê ya taxa Meyselûn a Qamişlo de 9 zarok, 13 jin bi giştî 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di şewatê de navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane ku diyar bûne ev in:
Xufran Mewlûd El-Mexribî (Pijîşka diranan)
Emîra Xidir (Hemşîre) û keça wê Meryem Şekîb Osman
Sevgîn Amir (nexweş)
Olvar Miheyedîn (2 sal)
Cîhan Umer (Hemşîre)
Wedha Nezîr (hemşîre)
Gulîzar Mihemed Elî Iko (hemşîre)
Husên Emîn (8 sal)
Şamîran Emîn(nexweş)
Yasmîn Mehmûd Silêman (33 sal) (nexweş)
Tariq Zahir (nexweş)
Senai Ibrehîm (hemşîre)
Nîhad Ebûd (hemşîre)
Zozan Sîno (hemşîre)
Şewat îro saet li dor 11.30 li avahiya Navenda Tenduristiyê ya li Taxa Meyselun ku ji 7 odeyan pêk tê derket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin agir ji ber cereyê gazê yê li mitbexê teqiya û şewat derket. Bi şewatê re cereyên oksîjenê jî teqiyan, lewre şewat li tevahiya avahiyê belav bû. Piştî ku şewat hemû avahî dorpêç kir, depoya mazotê ya li ser banê avahî jî teqiya.
Di avahiyê de nêzî 50 kesî hebû û di encama şewatê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Selam, Nûr, Nafiz, Wetenî û Rehmê yên li Qamişlo.
ANHA