Diyarname
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz hem ji serokatiya partiyê û hem jî ji endamtiya partiyê îstîfa kir. Akdenîz bi ser hesabê xwe yê twitterê re nameyeke 3 rûpelî belav kir û îstîfaya xwe ragihand. Akdenîz got, "Di dema em ber bi hilbijartina 14'ê gulanê diçûn de li nav navenda partiyê hin nîqaş çêbûn, ev yek bûn sedem ku ez hem ji serokatiya partiyê, hem ji peywirên xwe û hem jî ji partiyê îstîfa bikim.
EMEP'ê daxuyanî da
Lijneya Rêveberiya Navendî ya EMEP'ê li ser îstîfayê daxuyanî da: "Em ji bo hemû raya giştî eşkere dikin ku ev biryar ji bo partiya me biryareke xemgîn e. Lê di heman demê de şikê îstîfayê ji aliyê rêziknameya partiya û rêveberinê ve ne rast e."


