Diyarname
Bi ser 100 wêneyên Marilyn Monroe ku heta niha qet nehatine weşandin di mezatê de têne firotin.
Li Mezatxaneya Julien's Auctions a li Los Angelesa DYA'yê dê mezat rojên 31'ê adarê û 1'ê avrêlê li dar bikeve. Yek ji wêneyan aîdê Allan 'Whitey' Snyder e ku Snyder 15 salan makyozê Monroe bû û ev wêne jî wê demê hatiye kişandin. Di wêneyê de Synder ji bo fîlmê "Let's Make Love" (sala 1960'î de hatiye kişandin) makyaja lîstikvana navdar saz dike. Nameyên ku Monroe ji bo Synder şandine jî di mezatê de dê bêne firotin.
Lîstikvana navdar Marilyn Monroe di sala 1962'yan de gelek hebên aramkirinê vexwxaribûn û întîxar kiribû. Ew yek ji navdartirîn lîstikvana sînemayê bû û hê jî di rojevê de ye û li ser fîlm têne kişandin. Herî dawî par bi navê "My Week with Marilyn (Hefteyek tevî Marilyn)" fîlmekî hatibû kişandin û lîsitkvan Michelle Williams ku rola Monroe lîstibû îsal berendamma xelata Oscarê bû.


