logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hevserokên KCD, HDP û DBP'ê ji bo Şengalê bang kirin

Hevserokên KCD, HDP û DBP'ê li Amedê hatin cem hev, banga xurtkirina piştgiriya bi êzidiyên rastî hovîtiya DAIŞ'ê hatine

  • Dîrok: 02/09/2014
  • Beş: Nûçe

AMED

Hevserokên KCD, HDP û DBP'ê li Amedê hatin cem hev, banga xurtkirina piştgiriya bi êzidiyên rastî hovîtiya DAIŞ'ê hatine, kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Nanekî em bişînin jî gelekî hêja ye."

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar mane cih û warên xwe biterikînin, rewşa li Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, li Amedê civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.

Civîn li avahiya KCD'ê li dar ket. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak beşdar bûn.

Destpêkê Ahmet Turk axivî, bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê û got, "Ji vê derê em bang li çar parçeyên Kurdistanê dikin. Îro roja hebûnê ye. Îro roja parastina destketiyên gelê Kurd e. Divê gelê me bi vî çavî li pêvajoyê binêre."

Turk bibîr xist ku bi sed hezaran mirov, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane ji Şengalê koç bikin û destnîşan kir ku pêwîste piştevaniyeke rast bê nîşandan û ji bo rizgarkirina pêşeroja Şengalê, têkoşîneke hevpar bê dayîn.

Turk da xuyakirin ku lazim e tevgerên Kurd yekîtiyeke stratejîk di navbera xwe de ava bikin û neçar in li şûna berjewendiyên partiyên siyasî, pêşeroja gelê Kurd esas bigirin. Turk, ji bo pêçandina birîn û trajediya piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê derket holê, banga seferberiyê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî got, "Dibe ku barbariya DAIŞ'ê bi tena serê xwe bûyereke siyasî be, lê belê trajediyeke mezin a mirovahiyê tê jiyîn ku barbarî û hovîtiya DAIŞ'ê jî derbas kiriye. Kurdistan û Rojhilata Navîn veguherîne gola xwînê. Li hemberî vê rewşa wicdanê mirovahiyê dişewitîne, mirovahî bêdeng e. Aliyê herî xeternak ê vê rewşê, ev bêdengî ye."

Demîrtaş diyar kir ku bêndegiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî vê trajediyê, ji ber nêzîkatiya wan a berjewendîparêz tê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger hesabên hêzên navneteweyî li ser Şengalê hebûna, eger Şengal herêmeke bi bîrên petrolê tijîbûya, wê tevahiya cîhan rabûya ser piyan. Mixabin ev xaka Şengalê ya ji bo me gelekî bi qedir û qîmet e, ji bo mirovên pere û petrol perestgeha wan e, bêwate ye. Ji ber vê yekê banga me ne li wan kesên pere û petrol ji bo wan her tişte, banga me ji mirovên qîmetê didin nirxên mirovahiyê, yên exlaq û wicdan winda nekirine ye."

Demîrtaş li hemberî êrîşan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, "Her kesên îro bi tenê li partî û qoltixa xwe difikire, xiyanetê li gelê xwe dikin. Dem ew dem e ku ji bilî berjewendiyên hevpar ên gel, li tiştekî din neyê fikirîn e. Pêwîste yekîtiya neteweyî bi tenê weke yekîtiya siyasî neyê dîtin. Divê saziyên parastina hevpar bên avakirin. Eger pêwîst bike, divê li dijî van barbaran, avakirina artêşek hevpar jî bê nîqaşkirin. Pêşîgirtina li van barbaran, bendemayîna hêzên navneteweyî nîne. Rêya yekane, li her cihê lê ye bi pêşxistina parastina cewherî ye. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hemû partiyên Kurdistanî dikin. Paşvexistina vê, guneh e. Em banga xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, dubare dikin."

ŞAREDARÎ WÊ XEBATEKE MAYÎNDE BIMEŞÎNIN

Demîrtaş bal kişand ser kampanyayên alîkariyê yên ji bo şêniyên Şengalê yên ji neçarî koç kirine hatine destpêkirin û destnîşan kir ku hemû şaredarî wê di vê mijarê de xebateke hîn mayînde bimeşînin. Demîrtaş got, "Em ji mirovên xwe dixwazin, li her cihî hîn bêtir destekê bidin van kampanyayan. Nanekî hûn bişînin jî gelekî hêja ye. Pêwîstiya vî gelî ji aliyê manewî ve jî gelekî bi vê alîkariyê heye. Li her cihê hûn lê ne, hûn dikarin xwe bigihînin navendên koordînasyonê. Kampanya odeyên pîşeyî yên ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên tenduristiyê ya koçberan, gelekî girîng e û divê hîn bêtir were xurtkirin."

PÊWÎSTE DAVÛTOGLÛ SOZÊN XWE BICIH BÎNE

Demîrtaş da zanîn ku di mijara alîkariyê de berpirsyarî dikevin ser milê hikûmetê jî got, "Eger hikûmetê tevahiya baca herêmî ji şaredariyan re bihişta, hingî hêza me hebû ku bi hêsanî em van hemûyan bikin. Lê belê eger ji sedî 99 ê bacê diçe ji hikûmeta navendî re, pêwîste hikûmeta navendî jî budçeyeke cidî ji vê re veqetîne. Ji bo avakirina kampan em careke din bang li wezaretê dikin. Tirkiyeyê soz da bû ku ji bo kampên li Duhok û Zaxoyê wê alîkariyê bişîne, lê belê hînê gavek bi tenê jî nehatiye avêtin."

Demîrtaş anî ziman ku pêwîste Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de nêzî mijarê bibe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema wezîr bû, di dema hevdîtina bi heyeta me re de, soz dabû ku wê van hemûyan di demeke kurt de bicih bîne. Em dixwazin destnîşan bikin ku divê Serokwezîr van sozên xwe bicih bîne."

WÊ HEYET BIÇIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Demîrtaş got, "Divê Şengal bibe xwedî statuyeke taybet, xwedî rêveberiyeke xweser, herêmek xwedî parastin û budçeyekê" û destnîşan kir ku çareseriya mayînde bi vê dibe.

Demîrtaş ragihand ku ew ê di rojên pêş de bi hemû Hevserokan û heyetek berfireh re biçin serdana Başûrê Kurdistanê û vê mijarê têxin rojeva welatên Ewropa û Amerîkayê jî. Demîrtaş herî dawî diyar kir ku li dijî barbariya DAIŞ'ê wê mirovahî qezenç bike û Şengal û Mexmûr ne bi tenê ne û got, "Bi avakirina yekîtiya xw re em ê van polîtîkayên qirêj pûç bikin."

DIVÊ STENBOL, ÎZMÎR Û ENQERE BÊDENG NEMÎNIN

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku agirê li Şengalê hilbû li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê jî hilbû û banga alîkariyan kir. Yuksekdag, anî ziman ku bi piştevaniyê dê wan êrîşan têk bibin û wiha got: "Êşa li Şengalê rû da û di aliyê pêşeroja mirovahiyê de divê em xwedî lê derbikevin." Yuksekdag, da zanîn ku serdema ew tê de serdema alîkariyên seferberiya mirovahiyê ne.

Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî diyar kir ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dixwazin gelekî tune bikin û ancax bi yekîtiyê wan êrîşan têk bibin û divê di vê mijarê de gav bên avêtin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak jî banga bihestiyariyê kir.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Batmanê pevçûn, 2 kes mirin, 5 birîndar hene

ad

Li Hewlêrê lehî rabû: 12 kes mirin

ad

Zana Farqînî: Li ser kurdî bandora neyînî ya tirkî*

ad

Kidmen 'Xelatey Serkewtiney Heme Jiyanede' girote

ad

Fîlmên Berlînaleyê eşkere bûn

ad

Konferansa Sînemaya Kurd a Navneteweyî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname