FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Ev navê pirtûka helbestan ya Berham Mîrzo ye. Belê ristin huner e, lê ne tenê hunera dest e, ristina herî dijwar; hestên di êşkence, zerandin, kuştin, şîn û şîwanê de hatiye xinckirin, wê kelakela êş û xwînê bi awaz û nalîna peyvan ristin e. Wê êşê bi awayeke herî nazik û huner dagirtî teyîsandin e. Min ev rastî, ev diltezênî di helbestên wî de dît, lema ji giyana min ev hevok jêr hat û min nivisî:
"Helbestên Berham Mîrza giyana min li hespe Gola Sîtilan siwar kir, ez birim geliyê evîna yêzdanî ya Siyabend û Xecê, li ser razê ejderhayê Gola Wanê re ez gihandim Tujpaya Xaldiyan. Li kela Tujpayê ez danîm ser baskên bazên dîroka veşartî, birim, bi êşa Şengalê re rondik darivand dilê min. Bi lehengiya şêrên Kobanî re anor û serbilindiya gelê me bi min da çêştandin. Bi xweşikiya kevokên aştiyê re ez li benda helbestên nû hîştin.“
Helbest hene, mirov tenê dixwîne, helbest hene mirov vê re dijî û rondikên êşê bi diltezênî didarivîne hînavê disoje. Helbestên Mîrzo vê bi mirovan dide rabîhîstin. Bê ku em gotinê dirêj bikin, ji bo ku xwenêr jî wê çêştê bistîne, em çend mînakan bidin:
Ji helbesta „Nalîn“ nalîneke wiha heye: „Min henase ya pirtûka xwe /Ji te re anî /Di berbangeke egîdî de. /Têra min nedikirin /Hesretên bihuştî /Yên di tehma evînê de“
Ji helbesta „Azadî dişibe bayê sibê“: „Jiyana êşzêm /Bi şev û bi roj nezîkî jana xwe /Êdî kevok bi baranê re ne xemgîn in /Û em bi evînên xwe yên hevalbend re /Ber bi şoreşan û siberojan ve dimeşin.“
Ji Helbesta; „Diniqutin dilopên demê“çend dilopên êşê:“... Ji xwîna xwe hêz werdigrim /Di rêyek jakaw de me /Bi kevokên biyanî re /Nêzîkî şikefta xwe ya hezaz /Wekî keleşgewran /Diniqutin dilopên demê.“
Di helbesta „Bila gotin ji “cehaletê” re nemîne” de me dibe ba birîna Nerûda: “…Zor dibihîzim dengê Nerûda /Bi wesiteya feriştehên biçûk /Li pêşberî fenera kuçeyê /Di kûrahiya axîna serxoşekî heleste de...“
Hin sewaneyên helbestên wî hêzeke wisa dide hestê mirovan, mirov dixwaze li ser wan sewaneyan çîrokên azadiyê binivîsîne. Nimûne ev sewaneyên helbesta „Stêrkên Rojê“: „Li çirûskên azadiyê geriyan /Di çemên asoyî de“
Dema mirov sewaneyên helbestekê dixwîne, çêşta helbesta di giyana xwe de radibîhîse û her bi xwendinê re tê coşê û diherike. Mînak ev helbesta bi navê: „Yên zulmê dirêsin“ rastiyê çi xweş li ber çavan radixîne: „Rûsar û bi xof diherikin /Bê bextiya rojên tarî /Durûne, lewitîne /Û nediyarin ew /Di paxila xwe de /Zilmê dirêsin ....“
Ma helbest bê Kobaniya cihan hejand dibe? Lê bêguman divê wek vê helbestê wê giyanê biteyîsîne. Ji helbesta „Kobanî“ çend sewane: „...Bi ketina te /Wê hêvîşikestî û bi xemgînî biponijin /Evînên fîlozofî /Bi azadbûn a te/Wê bi geşî pelçim bidin şilêrên çiyayî /Şad bibe ruhe Arînan /Bi hêratiyên rengîn bixemile /Bajarê Kobanîyê /Û bixefirîne doza pakrewanan..“
Ma dema şer hebe hestên aştiyê dihêle ku ristesaz razê. Di helbesta „Her der spî çîl“ de dengek wiha dide: „...Di bin çavên bi guman de îro firîn /Periyên aşitî û azadiyê yên rûbihar /Ji bo ku tariya hezar salan biperçiqînin /Bi mîlyonan ne kêmtir /Ne şîn û ne jî reş /Spî çîl...“
Kurte jiyana helbestvan
Ristekar û nivîskarê kurd Berham Mîrzo di 29ê reşemiya 1964an li gundê Qerekilisa ku girêdayîyê Erdişa Wanê tê dunê. Di zanîngeha Eskîşehîrê de beşa Zanistiya Civakî diqedîne. Riste yan jî helbestên wî di kovarên Dengê Zîlan, Sînor, Çirûsk û rojnameya Azadiya Welat de tên weşandin. Berhemên wî: Lêgerîna Heqîqete, Bi Dilketiyên Azadiyê re meş, Risteya Janî û Hakikat Arayişi ve Bîlgelîk jî bi tirkî derdikeve.
- Risteya Jiyanê / Berzan Mîrzo / Helbest/ Weşanên Do / Mijdar 2015 / 128 rûpel