Nivîskar Medenî Ferho pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:
Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
- Li gorî derfetan rewş tê guhertin. Lê pirraniya berhemên min di şevê de hatine nivîsandin. Ji bilî dema girtîgehê ku çend pirtûkên min di wê demê de hatine nivîsandin, pirtûkên din, bi şev, piştî vegera ji karên rojane hatine nivîsandin. Lê nivîsandina şevê jî, di aliyê malbatî de bingeha asengiyan e. Nivîsandina şevê her dem û hîna jî, astengiyan derdixe hemberî min. Hemberî ku di jiyana min ya nivîskariyê de her dem odeya min ya taybet hebû jî, malbat, jin û zarokên min, ji dengê tuşên daktîloya ERÎKa û niha jî, ji dengê tuştên klawiya computerê aciz dibin. Ne tenê ev in dilsotiya malbatê... Dema ku bi şev dinivîsim, gelek caran kar, heya dîkê berê sibehî bang bide dom dike. Ev jî dibe sedema ku bi roj razim. Razana rojê jî derfetên kar dikuje, di mal de pirsgirêkan derdixe. Lê, eger li Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê, li Ewropa ez kar bikim, heya 3’şê şevê kar dikim û radizim û sibehî jî diçime karê xwe.
Ez dikarim, bi hêsanî bibêjim ku nivîsandin û xwendina min ya ji bo afirgeriya pirtûkan, her dem, di nava malbatê de bûye pirsgirêk û derketiye hemberî min. Belêêê, piştî nivîskariya min ya bi zimanê kurdî, pirsgirêka aborî ku pirtûkên kurdî, di aliyê aborî de neyînî ye jî, xelekên nakokî û nerazîbûnan zêde kirin.
Yanî, astengiyên li hemberî nivîskarên kurd, ne tenê serdest û zilm e, dilsoz û hevparên jiyana nivîskar, yên dibinê banekî de dijîne jî.
Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
- Di karê afirgeriya pirtûkan de, pirsgirêk tune ne. Lê berî ez dest bi nivîsandinê bikim pirsgirêk hene. Dema mijarek di serê min de dipingihe, bi rojan, bi mehan li ser diramim. Di cîhana wekî çîrokê de dijîm, bi lehengê wê re têkiliya min çêdibe, ge dibime ew leheng, geh dibim kesên din. Lê di destpêkê de, piştî ku çîrok di serê min de pingiha, di serê xwe de çîroka wê dinivîsim, planekî amade dikin û piştre dirijînim ser kaxezê. Di heman mijarê de û li ser heman mijarê, pirtûkan dixwînim û notan digirim. Ez nivîskarekî ku notan di kilasoran de bi cih dikim û piştre dinivîsim e. Pêşî çîrok, piştre beş û plansaziya beşan, rêza-pêşengan û cihê bûyerê, dem û dewranên wê teva amade dikim.
Eger di tevger û hunandina berhemê de, hinek cih û war û kesên din derbikevin hemberî min, ez wan jî pê re pê re, di nava planên xwe de bi cih dikim. Ev jî derfetên ku leheng û bûyer zorê li min nekin, serî ji min nestînîn û berê min nedin cih û warên ne diyar û winda. Pêwiste nivîskar xwe weke suwarê ciwaniyeke kihêl û bitir bihesibîne. Eger hevsarê ciwaniyê ba neyê zemt kirin û suwa ne çê û çeleng be, ciwanî, dikare serî jê bistîne û berê xwe bide nava zeviyan, bide nava daristanan, bide nava deryayên bê qerax û bê aso. Eger ez, suwarê ciwaniyê bim, pêwîst e hevsar di destê min de be û ez ciwaniyê îdare bikim. Plansazî û çîroka pirtûkê derfetên îdarekirinê di destên min de dihêle.
Wekî Mînak, romana ku niha li ser kar dikim, li ser Qereçiyan e, lê ker û daşikên wan, kûçik û zarokên wan, konê êla wan, jin û mêrên wan, bi reng, bi hemar, bi temtêl, bi hest û hewn, teva diyar in. Nexşeya rêbûwariya wan ya çûn û hatina li herêman jî, ya gundan û rengê geşta wan û pîşeyê wan, jin û mêr teva amade ne û diyar in.
Bêguman, çîrok û naverok û plansaziya hunandina berhemê jî.
Ev dibe sehlî ji min re... Di dema nivîsandina berhemê de jî astengiyan berteref dike. Lê car caran, eger morala min, yan jî bûyerên rojane bandorê li min bikin, dibe sedema lewazî û guvaştina hişmendiya min ya nivîsandinê. Hingî ez dev ji nivîsandinê berdidim; yan dimeşim, yan jî dixwînim. Xwendin, her dem bûye çavkanî û hawara xelasiya min. Meş jî, her dem derfetên xelasiya ji çemberan û afirnadina hiş û ramanên nû derdixe hemberî min. Di her tengasî û pirsgirêkan de, ez xwe diavêjim tor û bextê pirtûkan. Heya weke îro jî pirtûkan xiyanet li min ne kiriye.
Teknolojiya demê telewizyon, yan jî kultura qehwexaneyan bi min re tune ye.
Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
-Mixabin nikarim.
Ev mijar dilkulî û bextreşiya cîhana nivîskar û pirtûkên bi zimanê kurdî ne. Min heya weke îro, ne dîtiye ku weşanxaneyeke kurdan, nivîskarek weke ribatê xwe bijartiye û weşana pirtûkên wî û derxistina pêş ya nivîskar, kiriye armanca xwe.
Pêşî dixwazim bibêjim ku ez di babetê weşangeriyê de xwedî serpêhatî û têgihiştinim. Berî salên 80’yî, yanî ber darbeya faşîzane ya generalên wê demê, weşanxaneya min ABeCe hebû. Ji aliyekî ve, min rojnamegerî dikir, ji aliyekî ve dixwend, ji aliyê din ve weşangerî dikir. Di dîroka Komara Tirkiyê de yekemîn car, li ser pêşniyaza (A. B.), min her meh meaş dida nivîskarên xwe. Lê generalan, wekî marê kerekor zû bi min ve dan, ez ne kuştim, lê ji kuştinê xirabtir, ez kirim nava tevzînokên şilûşehtiyê.
Ez baş dizanim ku pirsgirêka weşanxaneyên kurd, di destpêkê de dest pê dike. Rastmalê (Sermaye) wan tune ye. Çend quruşekî dibînin û dest pê dikin. Reklam tune ye... Hevparên belakirinê tune ne û weşanxane jî ne xwedî derfet in ku ew bi xwe hevpara xwe sazkar bikin. Çapxaneyên wan jî tune ne. Pere nîn in!.. Çavkaniyên wan ya ku herka destek û arîkariya peran bide û weşanxanê destek bike jî tune ne.
Navenda çand û huner a kurdî tune ye...
Piraniya wan jî, ne hostayê vî karî ne...
Lewra, ev pirsa “bi rehetî çapkirina berhemê”, wisa bi hêsanî çênabe. Eger em, eger weşanxane, eger xwediyê weşanxanê, eger gel nirx nedê berhemên nivîskarên kurdî, nirxê nivîskar û berhemên nivîskar jî dernakevê holê. Mijareke din ku “navenda kêşa çanda kurdî” tune ye, dibe sedema qutbûna têkiliyan, dibe sedema têkçûna hevkarî û kolektivîzma nivîskar û weşanxanê. Kêşa navenda kulturî, dibe hevkarî û kolektivîzma nivîskaran xwe bix we, ya weşanxaneyan xwe bi xwe û ya her du basikan...
Dema hevkarî û kolektivîzma nivîskar û weşanxanê tunebe, hêz û bedewiya pênûsê, hêz û himmeta nivîskarî û weşangeriyê jî dernakeve holê; eger navenda kêşa çandê tune be, nîqaş û nirxandinên sûdewar jî çênabin û bingeheke rêkûpêk ku berhemên bi zad derbikevin holê jî, nayê amade kirin.
Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Mixabin heya wekî îro, bi riya telefon û gotinê û bi riya ‘mesajên email’an têkiliya min bi weşanxaneyan re çêbûye. Ev jî, mîna ku min li jor anî ziman, têkiliyên nîvco, wêranzar û hev nefamkirineke kambax derxiste holê. Ez, ji rewşa weşanxaneyan dilzar im, lê dibe ku ew jî, ji helwesta min dildaxî bin.
Pirsgirêka kurdan tevan, ji kesayetiya bindestiyê tê.
Pirsgirêka kurdan tevan, ji nedewletbûnê tê.
Pirsgirêkên kurdan zêde ne û ji hêz û taqeta kurdan zêdetir in. Kurd dibin van pirsgirêkên zêde de dilikumin, di encamê de defitisin. Nivîskarên kurdî jî, weşanxaneyên kurd jî, ji van pirsgirêkan bêpar namînin.
Li hemberî astengî û zext û zorên berfireh, nivîskarên kurd bi nivîsên xwe nikarin xwendevanan peyda bikin, weşanxaneyên kurd jî, nikarin bazara pirtûkên kurdî peyda bikin.
A herî giring hîna hiqûqeke di nava kurdan de nehatiye amade kirin. Hêza ku bikaribe hiqûq bixe rojevê û edaletê parve bike derneketiye holê. Dewlet nebe hiqûq jî çênabe.
Bêguman hiqûq û qanûnên civakî hene. Nenivîskî ne û gelek dest dikarin dirêjî vê hiqûqa civakî ya nenivîsî bibin. Lewra peymana di navbera nivîskar û weşanxanê de sûd nade. Bê wate ye.
Weşanger, çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Çi ji min bixwaze ne girîng e. Çi bixwaze nikare, xwe mafdar bike, nivîskar çi bistîne û bide nikare xwe mafdar derbixe. Çapkirina pirtûkan, ji bo belgebûnê girîng e... Weşanxane karekî dîrokî dikin. Nivîskar jî karekî dîrokî dikin. Lê her du jî, birçî ne. Eger du kesên birçî bigihin hev û dest bidin hev, wê çi derbikeve holê? Hejmar zêde dibe. Ya kambax bêdewletî ye... Lawazî û misrîtiya weşangeriya kurd û nivîskariya kurd bi vê helwesta tunebûnê ve girêdayî ye. Dewletbûn hebûn e, hêz e, xwedî derketina li paşerojan û destîniyê ye... Dewletîbûn xwedîtiye...
Ji ber vê yekê jî weşanxane bêxwêdî ne...
Nivîskar jî bêxwedî ne...
Bêxwedî, gelo dikarin li bêxwedîtiyê bipirsin û doza xwedîderketinê bikin? Baş tê zanîn ku weşanxane hêviyên xwedî derketinê li nivîskar dikin. Nivîskar jî, di heman çarçovê de, ji weşanxanê xwedîderketinê dixwaze. Her du basik jî nikarin li hev xwedî derbikevin. Di rewşeke wiha de, basik lewaz û misrî dimînin, nikarin jiyana xwe ya aborî bi hêz bikin û xelatgîriyeke hempa derbixin holê.
Lewra em şabaşan ji hev re nedin baştir e.
Te heqê telîfê stend an na?
Mafê nivîskar yanî!..
Tobe!.. Bila weşanxane mafê weşanê nexwazin, ez weke nivîskarekî tu mafî naxwazim. Lê, eger bazar nebe weşanxane wê çawa dikaribe û wê hêzê dixwe de bibîne ku peran bide nivîskar? Bazar ne karekî civakî bi tenê ye, karekî dewletî ye... Dev ji bazara pirtûkan berbidin, serdestan bazara her tiştî kuştiye. Civaka ku nikaribe afirgeriya xwe bike, di jiyana rojane de nikaribe pîşesaziya xwe sazkar bike û keda xwe ya pîşeyî bike bazarê, ewê çawa dikaribe jiyaneke bi rûmet bi dest bixe?
Serdestan pêşî, pîşeyê destî têk birin. Piştre bedestan têk birin.
Nıha jî, çarçiyên bajarên kurdan bi malên serdestan dagirtî ne. Heya sala 1810’an jî, li her bajarên Kurdan 900, 1000, 1200 pîşesazî hebûn. Her gundekî xwedî yek, du karên pîşeyî bûn.
Wekî kêrkerî, wekî mişeqa, wekî cêrkerî, wekî komurê, wekî cûmikê, wekî hevrîşîm, wekî libûdî, wekî tevnpêjî, wekî leblebî, wekî sefarî, wekî xeratî, wekî peksîmet, wekî hesinkerî, wekî baxir, wekî şewrexî, wekî sabûn, wekî debaxê, wekî, wekî, wekî...
Heya sala 1812’yan jî, cil û bergên Yenîçeriyên Osmaniyan, ji pembû û cûmika herêmên Kurdistanê dihate bidestxistin.
Dema ku bazara civakekê hate kuştin, rê û derfetên afirgeriya mal û mewdan hatin girtin û bîrdoza “Xeleka Dojehî” kete jiyanê, ew civak dikeve ber nîrê deborê. Yanê nîrê bendetiyê!.. Ev bîrdoz, mirovan di çarçoveya bêxîretî, bêsilûkî û bêrûmetî de digûvêşe, pûç dike.
Wekî pirsê: Li kîjan mala kurd, odeyeke pirtûkxanê heye?
Serdestan bi vê bîrdozê, civaka kurd kiriye nava qevezê û di rewşeke ferfitî de hiştiye. Navê vê helwestê wekî ‘mirîşka gêj’ li mirovan dike û navê wê dibe; ‘temir temir’ eger tu serê xwe rabike, dayika te, bavê te tê kuştin û piştre tu tê kiştin.
Lewra di navbera nivîskar û weşanxaneyan de, hebûn û nebûna mafan, standina pereyên keda nivîskar nakevê rojevê.
Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Nirxê mirovan tune ye, nirxê pirtûkan wê çawa diyar bibe?
Pirtûk alavekî bazarê ye û pêwîst e bi nîgarkêşîyeke “xwefiroş” bê amade kirin. Di bazara wêjeya kurdî de, gelo çend grafîker hene, çend pisporên mîzanpajê hene, çend weşanxane xwedî redaktor in, çend bazirganên kaxezan hene û çend top brîstola emerîkanî, di depoyên weşanxaneyan de hene?
Yek weşanxaneya kurdan ne xwedî çapxane ye…
Yek weşanxaneya kurdan, ne xwedî çavkaniyeke destek û arîkariyê ye.
Lewra, em dikarin bibêjin ku bazara kuştî, talankirî, lewaz û tune û qedexe nirxê pirtûkên kurdî kifş dike. Ev dîmenê li hemberî me, neynika van gotinên min e.
Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
Guman dikim ku, bersiva vê pirsê di nava bersivên berî niha de hatiye dayîn. Lê tiştekî ku me ne gotiye heye. Lewazî û misrîtiya weşanxaneyên kurd, ew qasî zêde ye ku, nikarin di fuarên pirtûkan de, (navneteweyî) cih bigirin. Bi serê xwe, nikarin nivîskar û xwendevanan bînin cem hev... Nıkarin reklaman bikin.
Hebe nebe di nava malperan de, mijara pirtûkan tê dikeve rojevê.
Îcar pir balkêş e ku enflesayona malperan heye. Ev jî mijareke cuda ye û pêwîst e li ser bê rawestandin. Mixabin, nivîskarên kurd, rojnamegerên kurd jî, ji helwesta nirxdayîna pirtûkan, afirgeriya mijarên kulturî dûr in. Yek nivîskar di nivîsên xwe de, bi hevokekê be jî, bi gotinekê, bi biwêjekê be jî behsa nivîskaran û pirtûkan nake.
Yan ji zikreşî, yan ji bexilî, yan ji nezanîn...
Di bazara ku dibin bîrdoza “Xeleka Dojehî” de hatibe kuştin, pirtûk jî li gorî wan derfetên tune, dikare tune bê bela kirin. Tevn û pîşeyê hevrîşîm ku li gundên Kurdistanê xwedî hêzeke aborî ya mezin bû, îro li Bursa ne... Yan jî debaxa ku ji Kurdistanê derketiye li Stenbolê ye, leblebî û peksîmet ji Mêrdînê derketin, lê li Stenbolê ne... Kêr, li Kurdistanê hatin çêkirin, lê karsaziyên wan îro li bajarên tirkan e.
Dêhnê xwe bidin nivîskarên kurd, ne paşnavê xwe guhertine û ne nivîsên xwe yên bi alfebeya tirkî... Hejmara nivîskarên ku bi zimanê tirkî dinivîsin, ji yên bi zimanê kurdî dinivîsin bêhtir in... Kovar jî wisa...
Û kesên bi tirkî dinivîsin, xwe nivîskarên kurd dihesibînin û xwe wekî entelektuelên kurd jî derdixin pêş...
Em ji ku hidamê ve li bejnûbala bazara pirtûkên kurdî binêrin, tovê waweylê ye...
Weşangerî karsazî ye... Ji bo yek pirtûkê: Nivîskar, weşanger, kaxez, grafîker, mîzanpaj, redaktor... Bi van ve girêdayî, çapxane, boyax, karker, makîne,... Bi van ve girêdayî, hevpara belakirinê, dikanên firotinê û hwd. Dema ku ev karbidestî teva bêne ser hev, dibe karsaziyeke mezin ku bi sedan kes tê de kar bikin. Mixabin yek ji van tiştên têkildarê weşanxgeriyê, yên kurdan tune ne. Ji bilî nivîskar û weşanxaneyan... Ev her du xelek, yan jî ev her du beş bi serê xwe wê liqasî rewşa kurdan ya îro, dikaribin kar bidin meşandin.
Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Reklam, xweser karsaziyek e.
Cureyên wê hene û beşa herî buha û bi wate ye. Eger pirtûk alavekî bazarê be, pêwîst e bi têrahî reklama wê pirtûkê jî bê kirin. Reklam ne tenê danasîna pirtûkê di rojnameyan û di malperan de ye. Li welatên pêşketî, ajansên reklaman pir cureyî li ser van karan radiwestin. Berî ku pirtûk derbikeve dest bi kar dikin û bi nivîskar re hevpeyvîn têne çêkirin, li ser jiyana nivîskar gotar têne weşandin. Roja ku pirtûk derket, kokteyleke danasînê tê amade kirin. Pirtûk ji rexnegîr û nivîskar û rojnamevanan re têne şandin. Piştre, ew karên ku em jê fam dikin, yanî reklama normal dest pê dike.
Ev kar jî, mîna karên din teva, ji sedemên têne zanîn nikarin bêne kirin.
Herî dawî dikarim bibêjim ku pirsgirêk mîna xelekan bi hev ve girêdayî ne. Xeleka sereke nedewletîbûn e. Dewlet nebe, kêşa navendî ya rewşenbîrî û kulturê jî çênabe. Daqoqê serdestan jî derfetan nade... Dimîne berxwedan û têkoşîna neteweyî.