Diyarname
Roja yekşemê li Amedê di navbera Amed Spor û Sakaryayê de maç hebû. Di maçê de lîstikvanên Sakaryayê bi kirinên xwe bandorek xirab li maçê kir. Piştî ku maç bi dawî bû jî lîstikvanên Sakaryayê dehf dan lîstikvanên Amed Sporê ji ber vê yekê xirecir derket, birîndarî çêbûn.
Piştî maçê 4 lîstikvanên Sakaryayê çûn qereqola polîsan û der barê lîstikvanê Amed Sporê Mansur Çalar de gilî kirin.
Li ser vê yekê îro Mansur Çalar çû cem Serdozgeriya Komarê ya Amedê û îfade da. Nobedariya Dozgeriya 3'yemîn Sulh Cezayê der barê Çalar de biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyû û her wiha dê hefteyê du caran here îmze bide qereqolê ku neçûye cihekê.
Serokê Amed Sporê: Rastiyan berevajî dikin
Serokê Klûba Amed Sporê Alî Karakaş ligel rêveberên klûbê li ser rewşa dawî daxuyanî da çapemeniyê. Karakaş got ku lîstikvanê Sakarya Sporê di maçê de nîşaneya nijadperestan kiriye, bi vê yekê pîj daye sporkar û alîgiran, her wiha dema gol avêtiye jî ev tevgerên xwe domandiye û bi awayekî bi plan lîstikvan û alîgirên me pîj kirine.
Karakaş li ser kanala Sakaryayê "Tv264" ku maç weşandiye jî wisa got: "Saziya weşanger a tîma reqîbê me Tv264 wekî ku di destê listikvanê me Mansur Çalar de jilêt hebe bûyer berevajî kirine." Karakaş got ku der barê lîstikvanê Sakaryayê Dilaver Guçlu de dê li cem TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) serîlêdana sûcê bide.