Diyarname
Me heta niha dizanî ku lîstikvanê navdar Charle Chaplin li Walworth a Londona Îngilistanê hatiye dinê. Lê îstîxbarata îngilîz MI5 ragihand ku wan li ser Chaplin lêkolîn kiriye û rastî tu şopeke ku ew li Îngilistanê hatiye dinê nehatine. Bi vê yekê nîqaşeke nû derkete holê.
Di sala 1952'yan de DYA'yê ji Îngilistanê xwestibû ku li ser Chaplin lêkolînê bike ku têkiliya wî bi komunîstan re heye yan na. Li gor ArŞîna Neteweyî ya Îngilîz radigihîne ku MO5 li ser vê yekê lêkolîn kiriye û rastî tu şopa Chaplin ku li Îngilistanê hatibe dinê nehatiye. Charle Chaplin ku di 16'ê avrêla 1889'an de hatiye dinê, li ser navê wî yê kod "Israel Thornstein" jî MI5'ê lêkolîn kiriye lê rastî belgeyeke li ser vî navî jî nehatiye.
Teşkîlaka polîsa a îgnilîz Scotland Yardê notek daye MI5 û gotiye ku dibe Charli Chaplin li Fontainebleau ya nêzî başûrê Fransayê hatibe dinê.
DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) di salên 1950'yan de nêçîra komunîstan dabû dest pê kirin, di çarçoveya ev operasyona ku navê "McCarthyism" lê kiribûn de îfadeya gelek rewşenbîr û hunermendan hatibû girtin.
Xizmên Chaplin par îdîayeke eşkere kiribû, li gor vê ew li nêzî bajarê Birmingham li Smetwickê, di qampeke qereçiyan de hatiye dinê.


