Diyarname
Îro di çarçoveya operasyona FETO de 35 kes hatin binçavkirin ku di nav wan de rojnameger jî hene û kesên ku tu eleqeya wan bi FETO re nîn e jî.
Her roj operasyonê di çarçoveya "FETO" (Rêxistina Terorê ya Fettullah) li dar dikevin îro 35 kes ketin ber vê. Di nav yên îro hatine binçavkirin de yek ji edîtorê malpera Hurriyetê Dînçer Gokçe jî heye. Gokçe ku kurd e û di Ozgur Gundemê de dest bi rojnamegerî kiribû ev çend sal in di Hurriyetê de dixebite. Her wiha rojnameger Murat Aksoy, Ömer Şahin, Rasih Yilmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên wekî Ergun Babahan, Prof. Dr. Osman Ozsoy û Şemsettin Efe jî der barê wan de biryara binçavkirinê heye.