Diyarname
Piştî ku dewleta Tirkiyeyê bi êrîşê dest danî ser barê kurdan Girê Spî û ew der girt bin destê xwe dest bi guhartina demografiya wir kir. Niha tê gotin ku 21 hezar kesên nû anîne wir.
Li gor nûçeya ANHA'yê Tirkiyeyê ji meha avrêla 2022'yan de heta niha, yanê di salek de 21 hezar kes ji derve anîne wê derê. Di 3 mehên dawî de hejmara kesên anîne 9 hezar û 181 kes in. Nûçe radigihîne ku ji Heleb, Humus, Gutaya Rojhilat ji par ve 12 hezar û 757 kes ji deriyên sînor derbas kirine û anîne Girê Spî.
Nûçe dibêje ku Tirkiye bi piştgiriya komeleyên li li Qatar, Pakistan û Afganistanê li aliyê rojavayê Girê Spî û li bajaroka Eyn Eros a Girê Spî avahiyan saz dike.
Li gor daneyên Meclisa Kantona Girê Spî ji roja ku Tirkiye ketiye bajar heta niha 100 hezar kesî ji wir bar kiriye.