Diyarname
Koordînatora Bernameya Ewropa ya PEN’a Navneteweyî Aurelia Dondo ji bo 16 rojnameger girtî banga berdanê kir.
16 rojnamegerên kurd ji 16'ê pûşpera 2022'yan ve girtî ne. Piştî 10 mehan nû îro îdîanameya der barê wan de hatibû amadekirin hat qebûlkirin.
Li gor rewşa nû gere 11'e tîrmehê wan derxin dadgehê. Koordînatora Bernameya Ewropa ya PEN’a Navneteweyî Aurelia Dondo li ser hesabê xwe yê tora civakî ji bo berdana rojnamegeran bang kir: “Dema rojnameger bên darizandin wê salek bêtir di ser girtina wan re derbas bibe. Em piştevaniya xwe ya ji bo 16 rojnamegeran destnîşan dikin. Divê gavek zûtir ew bêne berdan.”


