Diyarname
Kovara Hawara Botan ku sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya 15'an li pêşberî. Di hejmara gulan-pûşper-tîrmehê de gelek nivîs cih girtine.
Kovara ku li Cizîrê tê amadekirin û weşandin cih daye du nivîsên il ser Cizîrê jî. Di vê çarçoveyê de Abdulkadir Binigol li ser "Cizîra Botan", Yûnis Das jî li ser "Çêlekîn Cizîrê, bêcihûwarî û pêşaneyek" nivîs pêşkêş kirine.
Li ser navê kovarê Adil Dilbirîn bi nivîskarê Diyarnameyê Welat Dilken re hevpeyvînek kiriye. Dilken qala çîroka nivîs û nivîskariya xwe kiriye.
Hacî Olgun nivîsek berfireh li ser "Newroz"ê nivîsandiye. Di nivîsê de li peyva "Nû" ya di gelek zimanan de jî ketiye û ew pêşkêş kiriye.
Evîn Şikakî jî li ser nivîskar Rukiye Ozmen bi sernavê "Jinên kurd ên dilhelbest Rukiye Ozmen" nivîsiye û di nivîsê de li ser Ozmen û helbestên wê sekiniye.
Her wiha Hecî NEHSAN, Cîhan ROJ, Hemîd ADIMAN, Mahîr BAGOK, Bahadîn ROBAR, Konê REŞ, Mûlazim MOMYAR, Ceng HÊVÎDAR, Aziz NESİN, Arjen ARÎ, Cewdet DERZE, Hasan OZGUNEŞ, Evdilkerîm AKTAŞ, Mehmet POLAT, Mistefa TUNÇYUZLU, Muslim DEMİR û Mistefa ABÎ bi gotar, helbest û çîrokên xwe di nav kovarê de cih girtine.
Ji bo xwestinê:
kovarahawarabotan@hotmail.com
0542 377 27 20


