Diyarname
Tabloya bi navê "Young Man Holding a Roundel" ku di sedsala 15'an de ji aliyê wênesazê îtalî Sandro Botticelli ve hatiye çêkirin dê bi mezatê bê firotin. Mezat dê li Mezatxaneya Sotheby's a li New Yorka DYA'yê bê çêkirin û li bendêne ku tabloyê bi 80 mîlyon dolarî bifroşin.
Tabloya ciwanê madalyon di dest de tê texmînkirin ku di salên navbera 1470-1480'yan de hatiye çêkirin. Hat gotin ku xwediyê tabloyê yê niha di sala 1982'yan de ev tablo bi 810 hezar sterlînê kiriye. Mezatxaneyê buhaya tabloyê niha wekî 80 mîlyon dolar diyar kir.