Diyarname
42'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimek dest pê kir. Di merasimê de xelata Xelatên Rûmetê hatin belavkirin.
Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê ÎKSV'ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin. Ji bo destpêkirina festivalê li Sureyya Operasi ya li Kadikoya Stenbolê merisamek li dar ket. Di merasima ku Ali Îhsan Varol pêşkêşvaniya wê kir de Xelatên Rûmetê yên Sînemayê hatin belavkirin. Pêşî xelat dan Kayhan Yildizoglu lê ji ber Yildizoglu nehat Zeynep Aybar li ser navê wî girt. Dûre xelata Nevra Serezli pêşkêş kirin. Serezli ku ji destê Metin Akpinar xelata xwe girt, got, "Ji bo min surprîzek mezin bû, yanê Brad Pitt bihata ezê ew qas kêfxweş nebûma. Girtina Xelata Rûmetê gelek girîng e. Lê ji destê Metin Akpinar girtin tiştek gelek cuda ye."
Midûrê Lijneya Giştî ya ÎKSV'ê Gorgun Taner jî derket ser dikê û sipasiya yên ku piştgirî didin festîvalê kir.
Piştî merasimê fîlmê derhêner Charlotte Regan ê bi navê "Hirçin" nîşan da ku fîlmî li Festîvala Fîlman a Sundance de Xelata Mezin a Juriyê girtibû.
Festîval 12 rojan dê li dar be. Di van 12 rojan de di 14 beşan de ji 84 welatan 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlmên 160 derhêneran dibin mêvan. Di nav fîlman de çend fîlmên derhênerên kurd jî hene.
Festîval di beşên Pêşbaziya Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj û Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metraj dirêj de Xelata Laleya Zêrîn dide. Dîsa di pêşbaziya Belgefîlman, Pêşbaziya Kurtefîlman û Pêşbaziya Fîlmê Yekem a Seyfi Teoman de jî dê xelatan belav bike.
Di festîvalê de ji qada dinyayê gelek fîlmên navdar, fîlmên xelatgirt hene.
SEMPOZYÛMEK
Ji bilî nîşandayîna fîlman gotûbêjên ligel derhêneran û çalakiyên taybet jî hene. Yek ji wan çalakiyan jî Sempozyuma Festîvala Fîlman e. Sempozyum rojên 7-8-9'ê mehê li Kampusa Cîbalî ya Zanîngeha Kadir Hasê li dar bikeve.
SALONÊN ÎSAL
Îsal fîlmên festîvalê li Beyogluyê li salonên Atlas 1948 û Navenda Çanda Fransiz, li Şîşliyê li CineWAM Premium+ City's Nişantaşi (Salon 3 û Salon 7) û li Kadikoyê li Kadikoy Sinemasi û Sinematek/Sinema Evi ya Şaredariya Kadikoyê têne nîşandayîn.
Nûçeyên Eleqedar:
- Bername eşkere bû: Festîval bi ser 150 re fîlman pêşkêş dike
- Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê
- Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê
- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin
- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin
- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn
- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e


