Diyarname
Amed Spor ku ji bo serdema bê ya 2017-2018'an xebata xwe ya transferan didomîne niha qeleparêz Zulkuf Ozer transfer kir.
Qeleparêz Zulkuf Ozer li Erxeniya Amedê (10.05.1988) hatiye dinê. Bejna wî 188 santîm e û 80 kîlo ye. Wî li Erxeniyê dest pê kir û di sala 2007'an de wekî lîstikvanekî profesyonel transferê Mardinê Sporê bû. Paşê di sala 2009'an de transferê Adana Sporê bûye ku Adanaspor wê çaxê di Lîga 1'emîn a Bank Asyayê (niha navê vê lîgê PTT ye) de bû. Piştî 4 salên wir ew trasferê Elazig Sporê (sal 2013) bûye ku Elazig Spor di Lîga Super a Tirkiyeyê de bû. Ji wir sala 2014'an de transferê Kayseri Erciyes dibe û par berê xwe dide Adana Demîr Spor. Adana Demîr Spor di Lîga 1'em a PTT'ê de ye. Ozer par di Adana Demîr Sporê de 6 caran forma li xwe kir. Peymana wî ya ligel Adana Demîr Sporê dawiya gulanê bi dawÎ bû niha Amed Sporê ew transfer kir. Ozer ku li Amedê hatibû dinê carek din vegeriya Amedê û hêvî ew e ku ew baş qeleya Amed Sporê biparêze.
Zulkuf Ozer birê kaptanê Amed Sporê yê berê Şeyhmus Ozer . Wekî tê zanîn kaptan Şeyhmus Ozer di qezayê par wefar kir.