Diyarname
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) her sal li ser weşangerî rapora salane amade dike. TYB'ê rapora li ser 2022'yan jî amade kir û belav kir. Li gor raporê di sala 2022'yan de li gor 2021'ê sedî 13.3 hindiktir pirtûk hatine çapkirin.
Raporê li ser sala 2021'ê û 2020'î jî agahî dane. Li gor raporê di sala 2021'ê de 438.679.864 heb, di sala 2022'yan de 380.296.402 pirtûk li Tirkiyeyê hatine çapkirin. Ku li gor pêrar 58,3 mîlyon heb, yanê sedî %13,3 hindiktir pirtûk hatine çapkini.
TYB'ê gotiye ku herî dawî di sala 2015'an de ew qas pirtûk hatibûn çapkirin ku asta îro daketiye asta 2015'an.
WEŞANGERÊ MEZIN MEB E
Di nav hemû pirtûkan de nêzî nîvê wan pirtûkên ji bo perwerdehiyê ne. Ev rêze sedî 47,9 e. Di raporê de li ser vê yekê wisa hatiye gotin, "Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) weşangerê herî mezin e. Di sala 2022'yan de weşangeriya perwerdehiyê, di warê hilberandina pirtûkan de li gor sala berî vê sedî 23,23 bi paş ketiye û pirtûkên di warê perwerdehiyê yekem car para wê ketiye bin sedî 50'yî. Bi 262.100.000 heb pirtûkî MEB weşangerê herî mezin ê Tirkiyeyê ye."
CUREYÊN PIRTÛKAN
Raporê li ser cureyan jî agahî dane. Di vî warî de jî bi ser par ev dane dane:
- Ji pirtûkan sedî %19,4 pirtûkên lêkolîn û lêgerînên ên ji bo mezinan e.
- Nezî sedî 9 pirtûkên wêje, hunerê ne
- Sedî 12,1 pirtûkên zarokan û ciwanan
- Sedî 8,7 pirtûkên li ser baweriyan
- Nezî sedî 1.4 pirtûkên akademîk in
- Sedî 1.5 pirtûkên îthal in
- Sedî 47.9 pirtûkên perwerdehiyê ne.
ONLINE FIROTIN HINEK ZÊDE BÛYE
Di sala 2022'yan de firotina online sedî 23 çêbûye. Sala berî wê sedî 21.7 bû. Pirtûkên di online de hatine firotin yên çandî ne ku rêje sedî 49.95 e. Yanê her du pirtûkên ku di qada online de hatine firotin yek jê çandî bûne.
PLATFORMÊN DÎJÎTAL
Rapor dibêje ku di warê platformên dîjîtal, pirtûkên bi deng de jî zêdebûnek çêbûye. Li gor sala 2021'ê, di sala 2022'yan de sedî 55 qada platformên dîjîtal zêdetir bûye. Li aliyê din dibêje ku di firotina pirtûkên bi deng de li gor pêrar kêmbûn çêbûye. Di sala 2022'yan de di nav bazara perakende de sedî 6,46 weşanên dîjîtal cih girtine. Pêrar (2021) ev sedî 7,63 bû.
BUHAYA PIRTÛKAN
Li aliyê din bazara pirtûkan ji aliyê pereyan jî salane gihîştiye 17 mîlyon û 742 TL'yî.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Pirtûkên bi kurdî yên sala 2022'yan derketine (Hemû lîste)
**
Nûçeyên 2022'yan
- 2022: Li nav kurdan 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin
- 2022: Lîstikvanên fûtbolê yên herî zêde pere kar kirine
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- Li ser sînor 30 kolber hatin kuştin
- 2022 Muzîka Kurdî : Hunermendên ciwan, albûmên yekem
- 2022: RSF'ê hejmara rojnamegerên hatine kuştin eşkere kir
- 2022: Lîsteya fîlmên ku îsal herî zêde pere kar kirine
- 2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn
- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê
- Oxfordê peyva salê hilbijart
- YouTube strana herî populer eşkere kir
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com