Diyarname
Ji ber çapa yekê xelas bû, Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê çapa diduyan a Mem û Zîna Ehmedê xanî kir.
Tirkiye wisa welatek e ku her tiştê wê li gor xwe ye. Li aliyekê li Wanê navê Ehmedê Xanî ji aliyê walîtî* ve rast nayê nivîsîn, li aliyê din Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê pirtûka Ehmedê Xanî "Mem û Zîn"ê çap dike û nav jî rast dinivîse. Li aliyekê dadgehên Tirkiyeyê nahêlin kurd di dadgehan de bi kurdî parastina xwe bikin û dengên wan dibirin, li aliyê din her çiqas ne fermî be jî bi kurdî weşanê dike.
Lê rewş çi dibe bila bibe kurd li Tirkiye û bakur eleqeyê nîşanî kurdî didin. Yek ji van eleqeyan jî eleqeya ji bo berhema Mem û Zînê ye. Heta niha Mem û Zîn gelek caran hatibû weşandin, Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê jî dest avêtibû Mem û Zînê û di 2010'an de hem bi kurdî, hem bi tirkî ev berhem çap kiribû. Di çapa yekem de 2.500 heb Mem û Zînê hatibû çapkirin. Niha ev hejmarên heyî xilas bûn û wezaretê careke din berhem çap kir.
Li gor Midûrê Kargeha Hunerên Destan ên Kevneşopî Hakan Yazici pirtûkên Mem û Zînê di depoyên wan de jî nemane û ji bo vê yekê pirtûk careke din çap kirine. Çapa duyem a Mem û Zînê wekî 2 hezar hebî hatiye kirin.
Li gor Yazici digel bajarên kurdan li Stenbolê jî Mem û Zîn pir hatine firotin.
Pirtûka Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji aliyê Prof. Dr. Namik Açikgoz ve hatibû amadekirin û di 2010'an de li Enqereyê hatibû weşandin. Pirtûk wekî 448 rûpel hatiye çapkirin û bi 20 TL'yî tê firotin.