Bi birêz Roşan Lezgîn re li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî…
Diyarname
* Tu berhemên xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî? Rewşa xebata te ya nivîsînê çawa ye?
Bersîv: Ez li cihê karê xwe dixwînim û dinivîsim. Rojê 14-15 saet li bufeyekê dixebitim. Qet tehtîla min tune; ne şemî ne yekşem, ne eyd… Dema ku muşterî tunebin, li demên xwe yên vala ez dixwînim û dinivîsim. Ji berê de rewşa min her wisa ye.* Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Bersîv: Ez nikanim tam konsantire bibim. Binesaziya min a xebatê ne tekuz e; xebata min a nivîsînê dişibe di rêwîtiyê de razana li ser pişta hespê. Hîn ku min hevokek nenivîsiye, muşteriyek tê, yan yekî din tê pirsa tiştekî dike, yan jî mêvanekî ku ji xwe aciz bûye derdikeve tê; ha çay, ha qehwe, ha munaqeşeyên siyasî yên ku asabê meriv serûbin dikin… Axir hişê min belav dibe û diçe, mîna ku nêçîra min ji nav destê min bifire here.
* Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Bersîv: Di warê çapkirinê de muşkileyên min çênebûne. Pirtûka min a yekem, hevalan bi xwe çîrokên min ji kovaran berhev kiribûn û çap kiribûn. Waşenxaneya min jî hertim li benda berhemeka min e ku çap bike. Ji destpêkê de heta niha, çi kesên ku berhemên min xwendibin, jê hez kirine û propaganda kirine ku bêne xwendin. Niha, ez dibêjim qey li dora sed-du sed kesî xwendevanên min di kurdiya zazakî de hene.
* Dema ku te pirtûka xwe da çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkir?
Bersîv: Min peymana nivîskî îmze kiriye lê min têde daye zanîn ku heqê telîfê naxwazim. Ji ber ku weşanxaneyê wisa xwestibû.
* Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Bersîv: Heta bi niha weşanxaneyan ji aliyê maddî ve hîç pare ji min nexwestine. Lê carek min bona kitêbeka xwe, ji kerema dilê xwe wekî alîkariyekê 500 YTL da weşangerê xwe, ku ev pare ji firotina kitêban di carekê de ketibû destê min. Hingê min dizanî rewşa weşanger ji layê maddî hîç ne baş e. Weşanger jî îdealîstekî mîna me ye. Derdê wî yê sereke geşkirina ziman û edebiyata kurdî ye. Ango, bi mebesta ticaretê vî karî nake. Ez baş dizanim ku weşanger di nav hezarê zehmetiyan de ku kêm kes dikanin tehemul bikin, di şertên wisa tunebûnê de dixebite.
* Te heqê telîfê stend an na?
Bersîv: Weşanxaneyan gelek kitêb dane min. Hindek jê min bi xwe firotine, hindek jê li Ewropa û Kurdistana Başûr li ser hev hatine firotin. Dostan birine firotine û pareyê wan dane min. Heta bi niha min 9 kitêb çap kirine, 2 kitêb jî niha li ber çapê ne. Texmînen di zikê hev de ji her yekî 250 YTL pere ketiye destê min. Ji karê wergêriyê jî, min li dora 2 hezar dolar pere qezenc kiriye. Lê hindek kitêbfiroşan jî kitêbên min firotine, pereyên min yan xwarine yan jî kêm dane min. Hindek kesan jî kitêbên min li ser hev bona firotinê ji min stendine, birine firotine lê pereyê min xwarine.* Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Bersîv: Ez baş tênegihîştim ku di vê pirsê de pîvana “qîmet”ê çi ye. Lê ez wisa bawer im, heke qiymet nedana, dê çap nekirana. Ji layê din, weşanxaneyên ku kitêbên min çap kirine, hestên wan ên neteweperweriyê (îdealîzma neteweyî) xurt in. Ango, ez wisa bawer im ku berî maddiyatê anagajeyî netewayetiyê ne. Netewayetî hestên me yên muşterek in, ji vê çendê maddiyat di navbera me de nebûye muşkile.* Pirtûkên te baş hatin belavkirin yan na? (Li cem hemî pirtûkfiroşên navendî peyda dibin yan na?)
Bersîv: Pirtûka min a yekem du caran çap bûye. Niha nemaye. Yên din jî, ez baş nizanim gelo li her derê têne firotin an na. Lê kurd bêhtir kitêbên xwe bi destan belav dikin. Wekî din jî, ez wisa texmîn dikim ku di belavkirina pirtûkên kurdî de muşkile gelek in; wekî mînak, pirtûkfiroş pareyên weşanxaneyan an înkar dikin an gelek dereng didin an jî kêm didin. Pirtukfiroşên tirk jî bi çavekî ne baş li pirtûkên kurdî dinihêrin, nafiroşin. Ji ber ku weşangeriya kurdî ne xwediyê syatuyeke qanûnî ye, dewlet û dadgeh jî bi çavekî baş li vî warî nanihêrin, lewma jî kesên xêrnexwaz bi hêsanî pareyên wan dixwin.* Bi têra xwe reklama pirtûkên te hate kirin, weşanger ji bo nasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Bersîv: Ez bawer nakim ku weşanxaneyê bi xwe reklam yan jî nasandinek kiribe. Ji wî layî de muşkile hene. Lê hindek derdorên welatperwer, yan jî xwendevan an nivîskaran gotar li ser kitêbên min nivîsîne, li kovaran, li malperên enternetî belav kirine. Ev jî dibe reklam yan na, ez nizanim. Lê ez bawer im ku vê yekê ji layê nasandinê de karîgeriyek kiriye helbet.
* Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
Bersîv: Carekê wekî ‘roja îmzeyê’ nebe jî lê wekî şîîrxwendin û suhbeteka edebî bo Çewlîgê ji layê hindek xwendevanan ez hatim vexwendin. Dîsa, carek hindek endamên Eğitim-Sen a Mêrdînê û carek jî Şaredariya Bazîdê ez vexwendim, li wir jî min kitêb îmze kirin. Çar-pênc caran jî li Diyarbekirê ez wekî panelîst beşdarî hindek barnameyên hunerî û suhbetên edebî bûm. Lê dû re çend caran gazî min kirine, min nexwestiye ez biçim. Çunke, ez bala xwe didim reftariyeke bêciddiyet heye, yan jî, ez bala xwe didimê ku çalakî bi mebesteke din çêdibin, lewre, min nexwest ez beşdarî bikim.
* Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Bersîv: Ez bi rewşa tevayî weşanger û weşanxaneyan nizanim. Lê belê, ji berhemên wan dixuye ku hindek weşanger xwedî pirensîb in. Berhemên wan ji layê redaktekirin û estetîka weşanê de paqij in. Wekî mînak, Weşanxanya Vateyî heta ku berhemên xwe li gorî rastnivîsîna xebatên zimanî yên Grûba Xebate ya Vateyî redakte neke naweşîne. Ev yek prensîbeke hêja ye. Lê hemî weşanxane ne wisa ne. Ez dibêjim qey, rewşa weşanxaneyê bi exlaq û ciddiyet û zanîna xwediyê weşanxaneyê re girêdayî ye.
* Tu bawer dikî sedemê kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Bersîv: Na! Çunke di nav kurdan de weşangerên baş, nivîskarên baş û berhemên baş jî hene. Sedemê herî bingehîn yê kêmfirotiniya berhemên kurdî, bêstatubûyîna zimanê kurdî ye. Ger zimanek xwedî statu nebe, qiymeta wî zimanî jî zêde tune ye. Mebêjin ku ev jî zimanê kurdî be ku ew çend di bin tada û tehqîr û fişarê de be. Kesên ku bi kurdî dixwînin tenê yên îdealîst in. Wexta ku meriv ji zimanekî nan nexwe, statuyeka fermî ya zimanekî nîn be hingê qiymeta xwe jî nîn e. Heke berhemên kurdî kêm têne xwendin, ev yek ji ber qelsbûna hestên neteweyî ye jî.
* Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kî bike? Çawa bike?!!!
Bersîv: Ev sêpêya ku we li dar xistiye, bêguman divê hebe; lê beriya vê çerxê, divê zemînek hebe ku ev pergal li ser rûnê. Heke ew zemîn hebe, ev bazar xweberî saz dibe. Kurd neteweyeke bêstatu ne. Ji sedî nod û nehê nivîskarên kurd ên Kurdistana Bakur tev bi hestên îdealîstiya neteweyî dinivîsin ne ku ji ber bidestxistina maddiyatekê. Belkî heta radeyekê populîstî û hewesa navdariyê jî hebe, lê esas hestên neteweyî li pêş in. Sosyolojiya nivîskarî û xwendina bi zimanê kurdî, hestên netewayetiyê ne. Ez bi awayekî qetî wisa bawer im ku ger hestên neteweyî di nav kurdan de geş bibin, têkoşîna mafên neteweyî gur bibe, hingê dê ev bazar xweberî saz bibe. Heke “kurdbûn” û “kurdî” bigihên statuyeke piçûk jî dê ev bazar heta roja qiyametê her li dar be. Na, ger têkoşîna millî tunebe, hingê tu rabî bi koman pare birêjî, dîsa jî ev sêpêya ku hûn tarîf dikin li piya nasekine. Divê hem ruh hebe hem jî gewde. Ruh, netewayetî ye. Ruhê melisî gewdeyê jî bi xwe re dirizîne.* Sala par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Bersîv: Ev çend sal in ku min bi xwe zêde pare nedaye kitêb nekirîne. Mala wan ava be, hindek kes kitêbên xwe wekî diyarî didin min, wekî din jî, hevalên hêja hene, dibêjin, tu kîjan kitêbî dixwazî em ê ji te re bikirin. Lê ev du salên dawîn, ji ber wergerandin û redaktekirina gelek gotar û kitêban xwendina min kêm bûye. Heta ku nivîsandina berhemên min yên telîf jî kêm bûye. Hindek kitêb jî hene, êdî ez çavtirsî bûme ku bixwînim. Ez dixwînim, pê re gelek diêşim. Ez radibim rexne dikim, hingê xwediyê berhman an jî weşanger di şûna ku li ser kêmasiyên xwe, li ser texrîbata ku kiriye bifikire, radibe demildest reaksiyonên bênezaket nîşan dide. Ev jî hewesa meriv dişkîne.* Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Bersîv: Bi ya min hejmara xwendevanan ne kêm e, lê ne li gorî daxwaza dil e. Zêdebûna hejmara nivîskaran bi xwe jî, tiştekî baş e. Lê ev zêdebûn qalîteyê bi xwe re bîne dê baştir be. Ev nivîskarên hanê jî xwendevanên deh salên berê ne, yên salên nodî. Wê demê hestên neteweyî bilind bûn, ruhê neteweyî jî zindetir bû. Lê niha, kurdên Bakur siyaseten di nav rewşeka tarvmatîk de ne; siyaseta îroyîn ruhê kurdayetiyê pûç kiriye. Jixwe, zimanê ku ne xwediyê statuyeka fermî be, eleqe nabîne. Ger neteweyeka bindest siyaseten bikeve rewşeka tiravmatîk, ruhê neteweyî pûç dibe. Ev yek bandora xwe li ser edebiyat û berhemên nivîskî yên wî zimanî jî dike. Ev rewşeka sosyolojîk e. Wekî mînak, dema ku di radeyeka bilind de hestên neteweyî bi têgeha “ilkel milliyetçilik” bêne piçûkxistin hingê encameka wisa ne xweş ligel xwe tîne. Bona neteweyên bêdewlet, hestên neteweyî çendî bilind bibin, ruhê millî çendî hîşyar bimîne, bazara edebiyata zimanê wê neteweyê jî ew çend geş dibe.
* Îcar heke em hinek bêhtir di çarçoveyeke giştî de li meseleyê mêze bikin, ango ji bilî aliyê weşangeriyê bi giştî li pirsgirêkên heyî ên nivîsa/nivîskariya kurdî binêrin; bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne gelo? (Ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)
Bersîv: Niha, dewleta te hebe yan tunebe divêt polîtîkaya te hebe. Divêt ev polîtîkayeke neteweyî be. Der bareyê zimên de, ji layê neteweyî polîtîkaya me kurdan çi ye? Polîtîkaya partî an rêxistinên me çi ye? Tiştên mîna “em dixwazin mafê zimanê kurdî bête dayîn…”, temenî ne. Ev ne polîtîka ye. Bêpolîtîka bûyîn mirin e. Kêmasiya me ya sereke ev e ku, polîtîkayeke me ya zimanî nîn e. Ev gelek girîng e. Wekî mînak, xala 3. a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê dibêje “zimanê me tirkî ye”. Her wisa, gelek xalên qanûnî yên Tirkiyê hene ku berevaniya zimanê tirkî dikin. Bona tirkan, ev polîtîkayeke neteweyî ye. Di ser hemî partiyan re ye. Lê em kurd darberayê zimanê xwe de bêpolîtîka ne.
Ev xebatên ku di çarçoveya ziman û edebiyatê de bûne jî, bi polîtîkayeke resmî ya partî yan jî rêxistineke kurd çênebûne. Xebatên li ser ziman, hemî xebatên takekesî ne. Car heye, tu bala xwe didî ku çend kes li keviya partiyekê jî xebatên zimanî-edebî kirine, kovar an rojname derxistine. Lê di esasê xwe de giş takekes in. Ango, heta bi niha tu partî yan jî rêxistinên kurd ku bi mebesta bidestxistina mafên kurdan hatine danîn, wekî biryareka resmî, wekî xaleke sereke ji bername û destûrnameya xwe, polîtîkayeke zimanî dananiye û li gorî vê yekê polîtîka nekiriye. Wekî mînak, tu partiyeke kurdên Bakur, wekî polîtîkayekê, negotiye sînorên kurdan heta fîlan robarî yan heta bi filan bajarî ye. Navê gom û gund û navçe û bajarên kurdan esas ev in. Navên cografîk ên axa kurdnişîn ev in. Zimanê kurdan ev e. Ger em welatê xwe îdare bikin, em ê zimanê kurdî bikin zimanê perwerdeyê yan bikin zimanê fermî. Wekî mînak, li deverên ku zazaaxêf zêde bin kurdiya zazakî, li deverên ku kurmancîaxêf zêde bin kurdiya kurmancî dê zimanê sereke be. Û filan û bêvan… Ango ev tiştên ku ez dibêjim, ji derveyî texrîbatên qedexeya dewletê ne, her wisa, li derveyî dewlet danînê ne jî. Lê ev tişt rasterast bi qedera zimên re, bi edebiyat û nivîskarî û weşangeriya kurdî re jî peywendîdar in. Rasterast karîgeriya vê bêpolîtîka bûyînê li ser qedera zimên çêdibe. Ev, karîgeriyeka negatîf.
Em neteweperwerên kurd, te divê kes an sazî bin, ango, çi partî û rêxistin hene, divêt em polîtîkayeke muşterek bidin pêşiya xwe: Pêşî, divêt hertim hewldana me ev be ku em zimanê kurdî li nav kurdan, di her warê jiyanê de bikin zimanê sereke. Ji ber ku çi statuyeka zimanê me nîn e, ji vê çendê di vê der bareyê de em ê xwe bispêrin hestên netewayetiyê. Ev yek bona neteweya kurd ne tiştekî negatîf e, berevajî, ev yek bi tevayî helwêsteke însanî û şoreşger e. Neteweperweriya kurdî, neteweperweriyeke pozîtîf e. Çi kes nikane heman kirasî li neteweperweriya kurdî û neteweperestiya neteweyên serdest bike. Kî berê kurdan ji neteweperweriyê dide alî, ew dijminê kurdan e. Çunke, mebesta li vir, wekî ku tirk dikin, tunekirina zimanê kesî nîn e, îlhaqkirineka kulturên din jî nîn e, na, jiyandina zimanekî ye. Em ê hertim propgandaya vê yekê bikin. Ev xebata me ya hundirîn û sereke ye. Îcar, ji layê din, em ê bi hemî hêza xwe di nav her awayê hewldanê de bin ku, statuyekê bo zimanê xwe peyda bikin. Bi dewleta tirk re jî, bi dewlet û saziyên Ewropa û cîhanê re jî, em ê hertim têbikoşin da ku di warê zimanê kurdî de mafekî rewa û resmî bi destê xwe ve bînin. Ev yek dê bandoreke gelek jiyanî li ser nivîskarî û weşangeriya kurdî bike. Esas di rewşeka wisa de, dê nivîskarên kurd bibin xwedî paye.
Kesên ku bi kurdî dinivîsin ne têde, der bareyê zimên de tu bi yekî kurd re munaqeşe bikî, dibêje “Ziman ne girîng e!” Divêt em vê zihniyetê biguherin. Ev zihniyet tenê bi nivîsîn û kitêban zêde nayê şikênandin. Ev zihniyeta hanê esas dikane bi rêya siyasetê biguhere. Çi dema ku aktorên siyasî, wekî mînak, parlementer, şaredar, serekên liqên partiyê yên bajaran, kadroyên siyasî bi zimanê kurdî xîtabî xelkê bikin, bi xelkê re bi zanebûn bi zimanê kurdî biaxifin hingê ev zihniyet diguhere. Rola siyasetê di vir de gelek girîng e. Ji vî layî de, divêt kadroyên siyasî ji kesên kurdîaxêf bêne hilbijartin. Divêt em bi vê mebestê zorê li ser siyaseta kurdî bikin. Divêt nivîskar û weşangerên kurd xwedî helwêsteka siyasî bin. Her wisa, çalakiyên ku ziman bo xwe dikin amanc jî gelek girîng in. Wekî mînak, em bi hêsanî dikanin pêşbaziyên xwendinê di nav zarokan de çêbikin. Pêşbaziyên ku têde xelateke maddî hebe. Wekî mînak, Kurdî-Der bi hêsanî dikane pêşbeziyeke wisa çêbike. Dê ev yek di warê xwendina bi zimanê kurdî geşbûnekê çêbike, dê ziman aktueltir bibe. Di vî warî de min gotarekê bi sernavê “Pêşniyaza Pêşbeziyekê” belav kiribû. Bona xwendina vê gotarê meriv dikane li malpera http://www.pen-kurd.org/, http://www.peyamaazadi.org/ binihêre. Yanî, mebesta min ev e ku, em di warê aktuelkirina zimên de gelek xwedî kêmasî ne.
* Hemin çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkun e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be, gelo dê nekare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
Bersîv: Pêşî divêt ez viya bibêjim ku pirsgirêka ziman tiştek e, pirsgirêka nivîsîn û nivîskaran tiştekî din e. Pirsgirêkên nivîsînê, yên ji layê gramatîkê û standardîzasyonê, bêguman, hene. Lê her ku diçe, ev kêmtir dibin. 10-15 sal berê û niha em bidin ber hev, ku ez bi xwe têde jiyame, ez dibînim ku geşedaneke gelek mezin çêbûye. Îcar, pirsgirêka şexsan, pirsgirêkên nivîskaran yên taybet jî tewir bi tewir in. Kes zêde ji halê xwe yê takekesî razî nebe jî, ev muşkile niha ne li pêş in. Lê her wekî ku cenabê we jî got, heke hemî nivîskarên kurdî di bin banê kongreyekê, yan konfederasyonekê de dengê xwe bikin yek, helbet ev yek di warê sazkirin û pêşdebirina polîtîkaya zimanê kurdî de dê sînerjiyeka baş di nav neteweya kurd de belav bike. Di vî warî de ez xemgîn im. Çunke, serboriyeka me ya ku bîranîna wê min diêşîne, li Diyarbekir çêbû. Her wekî ku cenabê we jî amaje pê dike, hest û niyeta min hemin wisa bû. Bi vê eşqê ez nêzîkî xebata komeleyê bûm. Me komele danî. Komeleyeka nivîskaran bû. Di serî de me xwestibû ku heçî kesên bi kurdî dinivîsin, tenê ew bibin endam. Û ev komele bila xizmeta ziman, edebiyat û hunera kurdî bike. Lê belê rêxistinê destê xwe kir navê û rabû wekî artêşa tirk darbe kir. Komele kirin organa partiyeke siyasî. Komele bû wekî liqeka partiyê. Gelek hevalên din jê sar bûn. Xwe jê dûr dan. Ew eşq û heyecan şikiya. Di vê çarçoveyê de, divêt em bala xwe bidin ser hindek saziyên din jî, ku ji wan re dibêjin, “saziyên neteweyî”. Gelo bi rastî jî ev saziyên hanê neteweyî ne, yan tenê organên partiyekê ne?
Ez ê li vir mînakeke gelek balkêş nîşan bidim. Niha, gurûbek heye ku ev bû serê 11-12 salan li ser standardîzekirin û aktuelkirina kirmanckî, ango, li ser kurdiya zazakî dixebite. Heta niha 30 hejmar kovar weşandine. Li dora 30 kitêbî çap kirine. Bi saya xebatên vê grûbê, problemên nivîsîna diyalekta zazakî hema bibêje ku çareser bûne. Ji 5 hezarî zêdetir peyv standardîze kirine. Tev bi îmkanên xwe yên kesane. Ev grûb, ango Grûba Xebate ya Vateyî, roj ji rojê geştir dibe. Her ku diçe pêşî li kurdiya zazakî vedibe... Gelo çima ev grûb ew qas xebateke serketî ya kollektîf dike û pirsgirêkek di nav wan de rû nade? Sedemê bingehîn zihniyet e. Digel ku her merivek ji partî yan jî rêxistineke cihê ya siyasî ye jî lê di çarçoveya vê xebatê de konstrasyona her kesî tenê li ser zimên e. Çi eleqeya kesekî bi partiya kesekî din re, yan jî bi îdeolojiya wî re nîn e. Çi kesek di xebatên grûbî de meyla partiya xwe dernaxîne pêş, îdeolojiya xwe li ser hevalekî din zal nake. Ango çi kesek partîzaniyê nake. Kes nabêje, bila ev kom îllahîm di bin tehakuma min de be.
Lê belê partiyên me yên siyasî hene, endam an jî layengîrên wan, di xebatên kollektîf de her tim bi zihniyeteke stalînîst dixwazin xwe zal bikin. Ev yek di cih de alerjiyekê çêdike. Hingê wekî refleksek di kesên din de, hîseke wisa rû dide ku, dibêje, ger ez xizmetekê bikim, madem ku ev xizmeta min ji vê partiyê re dibe mal, ez hîç nakim. Xebatên neteweyî yên li ser ziman, an jî mîna kombûnên nivîskaran, ji ber vê zihniyetê yan dixitimin yan jî belav dibin. Wekî mînak, li wê komeleya nivîskaran a li Diyarbekirê çawa ku wisa darbe çêbû, ez rabûm derketim û careka din jî neçûm vê komeleyê. Qet ji dilê min nehat ez biçim. Lê roja di pey darbeyê re, darbeçêkeran daxuyaniyeke siyasî ku tenê layengîriya partiyeke siyasî dike, bi wê mantalîteyê tiştên qal û qîl hatibûn nivîsîn, anîn ku ez jî îmzeya xwe biavêjim binî. Hem darbe dikin, hevalên ku ne ji partiya wan in, gişan bêtesîr dikin, hem jî, radibin daxuyaniyên siyasî tînin didin îmzekirin! Hingê meriv ji her tiştî sar dibe, ew enerjî û sînerjiya ku dê bona ziman û huner û edebiyata kurdî derketana meydanê, giş pelişî, berhewa çû. Sedemê vê yekê, ev zihniyeta şaş e. Ev zihniyeta ku dixwaze bila neteweya kurd xizmeta partiyekê bike, ne ku partî xizmeta neteweyê bike. Ew zihniyeta ku partiya xwe di ser neteweyê re dibîne. Bala xwe bidiyê, partî danîne ku heqê kurdan bistîne lê ew bi xwe kurdan ji hev belav dikin. Ev jî bi me nîşan dide ku tefekura neteweyatiyê di nav me de hîn qels e. Ev yek karîgeriyeke gelek xirab li ser geşbûna ziman û edebiyata kurdî jî dike, her wisa, li ser yekbûna nivîskaran jî dike.
* Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaz û însafa şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehêlin li benda şaredariyan! (Helbet dikarin -û divê bikin jî- ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de) Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
Bersîv: Ev jî pirseka xemgînkirinê ye. Heke Rojên Wêjeyê çêbibin qey dê ziman bifilite? Û jixwe, meseleya yekîtiya nivîskaran jî, min behsa wê kir. Mesele jî, ne meseleya însaf û wijdana şaredarekî yan jî konfederasyona nivîskaran e. Mesele, nebûna polîtîkaya zimên e. Ger te kanî polîtîkayeka zimên durist bikî, vê polîtîkayê bikî polîtîkaya partiyê, hingê kesê ku li ser navê partiya te bûye şaredar jî, nivîskar û xelk jî, dê rîayetî vê polîtîkayê bikin.
Bona ku mebesta min baştir bête fêmkirin, li vir, ez mîsaleka wisa bidim. Em wisa xeyal bikin ku li gundekî kurdan li xwendegehekê dersdar û şagird tev kurd in. Heta ku avahiya xwendegehê jî ji layê kurdan hatibe lêkirin û mûçeya dersdarî jî kurd bi xwe didin. Lê ger zimanê perwerdeyê tirkî be û mewzûata perwerdeyê jî li gorî qanûnên komarê be, çi eleqeya vê perwerdeyê yan jî vê xwendegehê bi kurdbûnê, bi neteweya kurd re nîn e. Îcar, hemin bi vî awayî, em werin ser şaredariyan. Carînan, dibêjin “Ev e, me şaredarî bidest xistin. Êdî em xwe û bajarên xwe îdare dikin”. Yan jî, dibêjin “Me ew qas parlement şandin meclisa Enqereyê…” Hingê, yên ku îdareya şaredariyê bi dest dixînin, dibêjin qey ev e, kurd xwe îdare dikin. Ev şaredariyên kurdan e, filan û bêvan. Xelk jî wisa bawer dike. Mixabin, ev xwe xapandineka gelek mezin e. Çi eleqeya şaredariyan bi kurdbûnê re nîn e. Niha, em dizanin, ew mewzûata ku, wekî mînak, pê şaredariya Çorumê tê îdarekirin û ya Diyarbekirê, hemin yek e. Zimanê fermî yê her duyan jî tirkî ye. Ev yek ne “xwe îdarekirin e û ne jî, bajarê xwe îdarekirin” e. Dîsa, te divê 550 parlementerên meclisa Enqereyê tev kurd bin, dîsa jî, bo kurdan çi wateyeka vê yekê nîn e! Ya girîng ew e ku mewzûateka te hebe û zimanê te bibe zimanê rêvebiriyê. Mafê kurdan ev e, wekî din qal û qîl in. Serxwebûniya ekonomîkî li tu dera dinyayê nîn e. Ango bila qet dewleta te tune be, lê mewzûata te divêt hebe, divêt zimanê te li ser axa te, di rêveberiya te de fermî be.
Dema ku behsa “federasyonê” yan “otonomiya demokratîk”, heta ku, dema behsa “danîna dewleteka kurdan” jî dihate kirin, çi caran der bareyê zimanê van îdareyan de çi bername yan jî amadekariyek nehatiye kirin. Her wekî ku ziman tune be, yan jî, bi awayekî din, ziman û mewzûta heyî qebul kirine. Tu partî yî. Herî hindik, tu dibêjî “ez otonomiya demokratîk datînim”. Ev şeklekî îdareyê ye, ev rêvebirinek e. Nexwe, tu diyar bikî ku sînorên vê îdarekirinê heta kîderê ne, divêt tu diyar bikî ku zimanê vê îdareyê/rêvebiriyê dê çi be. Û helbet, divêt tu li gorî vê yekê jî amadekariyan bikî. Amadekariyên fiîlî. Ger tenê ev yek di gotinê de dimîne, ango îddîaya xwerêvebirinê li ser kaxiz bimîne, hingê tu eleqeya vê têkoşînê bi kurdbûnê re jî nîn e! Ji layê kurdan, ji derveyî pirsa bêdewlet bûyînê, ji derveyî qedexe û fişardina dewleta serdest, tiştê ku pişta zimanê kurdî dişkêne, ev bêpolîtîka bûyîn e, ev xapandin e, yan jî ev polîtîkaya çewt e. Ev polîtîka enerjiya kurdan tune dike, lê li ser hesabê neteweya serdest e. Barê zimanê kurdî tenê di stûyê nivîskar û hindek dildarên neteweperwer de dihêle.
Em jî radibin li benda însafa şaredar dimînin! Yan jî, em radibin wateyeka pir mezin û xeyalî li Rojên Wêjeyê û li nivîskaran bar dikin û tiştên gelek mezin ji wan hêvî dikin ku rabin zimanê kurdî bikin serdest, bazara zimanê kurdî geş bikin.
Axir, ger min dirêj kiribe jî, ev tiştên hanê divêt bêne gotin. Û wekî gotina dawîn, ez gelek sipas dikim ku cenabê we vê firsendê da min ku ez di vî warî de nêrînên xwe îfade bikim. Berxodar bin…