Diyarname
Li gor îdîayê duh êvarê bi dehfdana karsaz Î.Ş. 2 kesan li Amedê êrîşê rojnameger Fuat Bulut kirine.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle-Firatê (DFG) li ser bûyerê daxuyaniyeke belav kir: "Duh bi şev bi kêran êrîşê Midûrê Rojnameya Guneydogu Ekspres Fuat Bulut kirine. Di encamê de guhê wî yê çepê birîndar bûye û li hin cihên bedenê wî reşbûye. Li gor gotinan bi dehfdana karsazek ev êrîş çêbûye. Em vê êrîşa li hemberî endamê me şermezar dikin. Em bang li rayedaran dikin ku ji bo carek din êrîş li hemberî rojnamegeran çênebe bûyer bi hûrbînî bê lêkolînkirin û hesab ji kesên kirine bê pirsîn. Em dibêjin emê şopînerê bûyerê bin û ji bo Bulut jî dibêjin derbasî be."


