Diyarname
Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) ragihand ku berendamê wan ê Serokomariya Iraqê carek din Serokomarê niha Berhem Salih e.
Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî piştî ku îro di hilbijartinê de deng da ev yek eşkere kir.
Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî jî piştî dengdanê ragihand ku divê posta Serokomariya Iraqe di destê YNK'ê de be.
Li Iraqê Serokomar ji bo 4 salan bi dengên mebûsan tê hilbijartin. Kesê/a bibe berendam divê ji sisêyan didu dengan bigire. Kesê/a bê hilbijartin dikare du caran vê peywirê bidomîne. Serokomarê Iraqê Berhem Salih di sala 2018'an de li ser navê YNK'ê bû berendam û hat hilbijartin.


