Diyarname
Ji qewirandina teknîk dîrektorê Barselona heta Bayer, Dortmund, City, lîstikvanê salê û heta tenîsê, vane çend nûçeyên ku di sporê de îro derketine pêş...
Barselonayê teknîk dîrektor Quique qewirand
Piştî ku di Lîga Şampiyonan de Barselona li hemberî Bayer Munihê bi 8-2 têk çû klûbê teknîk dîrektor Quique Setien qerinad.
Setien îsal di 13'ê rêbendanê de hatibû ser kar û peymana wî heta pûşpera 2022'yan hebû.
Barselona piştî 12 salan îsal yekemîn car bê kûpayek sal temam kir. Klûbê li ser vê dawî li peyra teknîk dîrektor anî.
Dortmundê piştî 10 salan zirar nîşan da
Tîma alman Borussia Dortmundê piştî 10 salan zerar eşkere kir. Ji bo serdema navbera 1'ê tîrmeha 2019'an û 30'ê pûşpera 2020'an ku serdema pandemiyê di nava vê de ye klûba Dortmundê bi temamî 44 mîlyon Euro zerar nîşan da.
Klûbê salek berî vê serdemê 17.4 mîlyon Euro kar kiribû. Bi vê eşkere kirinê re Dortmundê piştî 10 salan yekem car zerar nîşan da.
City peykera Silva çêdike
Lîstikvanê Manchester City David Silva piştî 10 salan îsal ji klûbê vediqete. Ji bo keda van 10 salan klûbê biryar da ku peykera lîstikvanê spanyolî çêbike. Serokê Klûbê Khaldoon Al Mubarek got ku dê peykera lîstikvanê 34 salî li derveyî stadê cihek bê bi cih kirin.
Silva 436 caran formaya City li xwe kir û di vê demê de 4 caran di Premier Lig, 2 caran di FA Cup û 3 caran jî di Community Shields de ligel tîmê bi ser ket.
Li aliyê din ji tîmên La Lîgayê Real Sociedad ligel David Silva 2 salan peyman girê da. Tîmên Valencia û Lazio jî dixwestin Silvayî transfer bikin.
Tenîskara kanadayî jî naçe DYA'yê
Lîstikvana tenîsê ya Kanadayî Bianca Andreescu jî biryar da ku îsal neçe Tûrnûvaya US Openê ku wekî gelek tenîskarên din sedema pandemiyê nîşan da. Bianca Andreescu par di fînalê de Senera Williams bi 2-0 têk biribû û bi ser ketibû.
US Oper di bin tevdîrên mezin de îsal dê 31'ê vê mehê dest pê bike û 13'yê rezberê bi dawî bibe.
Berî vê Rafael Nadal, Ashleigh Barty, Elina Svitolina, Simona Halep û Kiki Bertens jî eşkere kiribûn ku dê neçin tûrnûvayê.
Antrenorê nijadperest hat qewirandin
Klûba alman Bayer Munihê eşkere kir ku antrenorê wan ê tîma jêrîn ku gotinên nijadperest bikar anîbû ji ser kar hatiye qewirandin.
Li gor nûçeya WDR, antrenor di komên sohbetan de li ser lîstikvanên dê bên transferkirin gotinên nijadperest bikar anîbûn. Li ser bûyerê polîsên alman jî lêkolîn daye dest pê kirin.
Lîstikvanê salê: Kevin de Bruyne
Di Premier Lîg de ji bo serdema 2019-2020'an wekî lîstikvanê herî serketî yê salê hat hilbijartin û xelata xwe girt. Di Premier Lîg de temaşevan û beşek ji pisporên fûtbolê ji bo lîstikvanê herî serketî dengan didin. Di dengdanê de ji nav lîstikvanan Bruyne hat hilbijartin. Bureyne par di Manchester City 13 gol avêtin û 20 asîst dan. Fînalîstê yekemîn diyar bû Di maça nîv fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de êvarê (18'ê mehê) Leipzing û PSG hatin hemberî hev. PSG'ê bi 3-0 reqîbê xwe têk bir û derkat fînalê. Golên PSG'ê Marcos Aoas Correa (Dq 13), Angel Di Maria (dq 42) û Juan Bernat (Dq 56) avêtin. Fînalîstê din îro (19'ê mehê) dê diyar bibe. Maça Bayer Munih û O. Lyonê vê êvarê saet 22'yan de dê bê lîstin.