Diyarname
Van salên dawî li Tirkiyeyê gelek konserên bi kurdî hatin qedexekirin. Herî dawî li Nisêbîna Mêrdînê konserê Kasim Taşdogan hatibû qedexekirin, vê carê konserê Azad Bedran hat qedexekirin.
Li gor bernameyê 14'ê vê mehê Azad Bedran dê li Nisêbînê konsera xwe pêşkêş bikina lê Walîtiya Mêrdînê 3'yê mehê bersiva daxwaznameyê daye û destûr nedaye.
Azad Bedran bi ser hesabê xwe yê tora civakî re ev qedexe ragihandiye û gotiye, "Ev ne ya pêşî, ne ya dawî ye, lê 14'ê gulanê li ser sindoqê emê dawî li vê zihniyeta qedexekar bînin."