Diyarname
Serokên Baroyên gelek bajarên Tirkiyeyê ev çend roj in ligel hemû zehmetiyan, astengiyan ber bi Enqereyê ve dimeşin. Baro naxwazin zagona baroyan biguhere û ligel dixwazin paraz xurtir bibe, ne ku qilstir. Di meşa îro de Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metin Feyzioglu çû cem Serokên Baroyên bajaran ên di meşan de lê Serokên Baroyan pişta xwe dan wî û pêre xeber nedan. Di dawiyê de Serokên Baroyan hemû astengî şikênandin gihîştin armanca xwe.
Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu piştî meşê ji bo agahiyên çapemeniyê got, "Em li Enqereyê rastî dewleta polîsan hatin."
Ev her du foto ji meşa îro ku bi dawî bûne. Em wan wekî fotoyên rojê pêşkêş dikin.


