Diyarname
Helbestvan û nivîskarê navdar ê ji rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa di temenê xwe yê 69 salî de koça dawî kir.
Melekşa berêvarkî li parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Celal Melekşa di sala 1951’ê de li gundê Melekşa yê parêzgeha Sine hatiye dinê. Destpêkê bi karê hunerî û nivîsîna helbest û çîrokên farisî ve mijûl bû. Piştre ji sala 1979’an ve bi kurdî nivîsên xwe belav dikir.
Çarînek ji helbesteke wî:
Wexta bihar tê
Ji min nepirse çima ne şad î
Dehan sal e
Li bendê me
Ku welatê min
Hilmêje
Bayesarkê azadî